Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Erebistana Saudî 2 Çekdar Xwe Diteqînin Piştî Pevçûneka li Gel Polîs


Li Erebistana Saudî îro şemiyê du bergumanan xwe teqandin piştî pevçûneka çekdarî li gel hêzên ewlekariyê li bajarê Jeddeh, li gor raportên medyayî yên Erebistana Saudî.

Hêzên ewlekariyê malek li bajarê Jeddeh binçavkirin û ketin pevçûnekê li gel çekdarên ku xwe dawiyê teqandin, li gor malpera Sabq.org a girêdayî wezareta navxweyî.

Dezgeha Sky News a ku bingeh li Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî ye, her wiha nûçe ragihand û girteyeke vîdyo li dor teqîna li bajarê Jeddeh yê navçeya Al-Harazat belav kir.

Wezareta Navxweyî ya Saudî çi axaftin li dor rûdanê nekirin.

Hêjayî gotinê ye gurûpa Dewleta Îslamî ji sala 2014an ve jimarek êrîş û teqîn li wir pêkanîn û bi dehan xelk di encamê de hatin kuştin, ku pirniya wan hêzên ewlekariyê û endamên pêkhateya Misilmanên Şîiî bûn.

Sala borî êrîşkerekî xwekujî hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn li nêzîkî qunsulxaneya Amerîka li Jeddeh.

XS
SM
MD
LG