Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê ji Almanya Daxwaz Dike ku Mafê Penaberî yê Serbazên Tikiyê Red Bike


Fikri Isik
Fikri Isik

Ajansa Anadol a Tirkiyê îro yekşemê ji ser zimanê wezîrê berevaniya Tirkiyê ragihand ku gotibû divê Almanya mefê penaberiyê red bike. Ew mafê ku 40 serbazên berê yên Tirkiyê ji almanya daxwaz kiribûn.

Wezîrê Tirkiyê Fikri Isik her wiha got rednekirina daxwazana serbazan dê pêwendiyên Tirkiyê û Almanya dijwar bike.

Medya Almanya doh şemiyê ragihandibû ku derdora 40 serbazên Tirkiyê ku piraniya wan rade bilind in û bingehên NATO kar kirin daxwaza penaberiyê li Almanya kiribûn.

Wezareta navxweyî ya Almanya piştrast kir ku wan daxwazên penaberiyê ji kesayetiyên leşkerî wergirtin, bê ku çi jimaran diyar bike.

Li gor Anadol, Isik got:

"Pêşbîniya me ewe ku Alêmaya dê qet daxwazên serbazan nepejirîne."

Wî got ew dê vê babetê li gel hevtayê xwe yê Almanî gotûbêj bike di konferansa NATO ya meha bê de, û pejirandina mafê penaberiyê dê bandore bide ser pêwendiyên herdû welatan.

Isik got serbaz ji bingehên leşkerî reviyan piştî kudetaya 15 tîrmeha sala borî.

XS
SM
MD
LG