Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Holendî Nahêle Wezîrê Derve yê Tirkiyê Derbasî Holenda be


Hikûmeta Holendî îro şemiyê rê neda balafira wezîrê derve yê Tirkiyê dakeve firokxaneya Holenda, di biryarekê de ku bû cihê riyaksyonên tund ji aliyê Tirkiyê ve.

Hikûmeta Holendî di daxuyaniyekê de got wan rê neda ji ber “metirsiya raya giştî û rewşa ewlekariyê “ ku dê serdana Mevlut Cavusoglo bo Rotterdam encam bida.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soza tolvedanê da li dijî geştên dîplomatîk ên Holendî.

Wî got:

“Hûn dikarin balkafira wezîrê me yê derve rawestînin, lê em binerin ji niha û pêve balafirên we dê çawa bên Tirkiyê.“

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim rexne li biryara Holenda kirin û bang li Ewrupa kir destêwerdana nav karûbarên Tirkiyê rawestîne.

Di axaftina xwe ya kombûneke gelêrî de li rojavayê Tirkiyê Yildirim got:

“Ew wezîr û parlemanterên me qedexe dikin ku biçin derve li gel welatiyên me kom bibin, ew bendan li pêş me datînin. “

Hikûmeta Tirkiyê Almanya û Holenda tawanbar dike bi bendkirina helmetên wan ên ji bo referandomê.

XS
SM
MD
LG