Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Vekolînan Dike li dor Pêwendiya Hin Berpirsên Amerîkî li gel Gulen


Ajansa Dewleta Tirkiyê ya nûçeyan dibêje nivîsîngeha dozgerên Stenbolê dest bi vekolînekê kirin li dor 17 kesayetiyên li Amerîka ku renge wan pêwendî hebin li gel rêberê ayînî Fethulla Gulen.

Di nav wan kesayetiyan de, serkirdeyên demukratan di Sînato de Chunk Schumer, wezîre dad yê berê Preet Bharara û rêvebirê CIA yê berê John Brennan.

Ajansa Anadol dibêje vekolîn destpêbûn piştî gurûpeka parêzerên Tirkiyê dozeke gunehkariyê pêşkêş kirin.

Ew dibêje nivîsîngeha dozgeran dê vakolînê bike li dor girêdana wan bi tevgera Gulen, di gavekê de ku renge bigihe asta tawanbarkirina wan bi hewildana têkbirina hikûmeta Tirkiyê û endamtiya rêxistineke terorîst.

Tirkiyê Gulen tawanbar dike bi pilankirina kudetaya têkçûyî ya sala borî. Gulen, ê ku li wîlayeta Pennsylvania dimîne,van tawanan red dike.

XS
SM
MD
LG