Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Biryara Girtina 23 Dadmend û Dozgeran Dide


Ajansa nûçeyan a dewleta Tirkiyê dibêje biryarên girtinê di derheqê 23 dadmen û dozgeran derketin ku ji postên wan hatin dûrxistin.

Anadol îro şemiyê got biryara girtina 17 dadmen û şeş dozgeran hat bi tawana” endamtiya rêxistineke çekdar a terorîst. “û gumana ku ew alîgirên rêberê ayînî Fethulla Gulen ê ku li Amerîka dimîne û hikûmeta Tirkiyê wî bi pilankirina kudetaya têkçyî ya sala borî tawanbar dike.

Gulen vê yekê red dike û dibêje wî çi pêwendî bi kudetayê nîne.

Du dadmend di dema kar de hatin girtin.

Berguman di nav 107 dadmendan û dozgeran de ku doh înê ji kar hatin dûrxistin.

Hêjayî gotinê ye ji dema ragihandina rewşa awarte ve havîna borî, bêhtirî 4,200 dadmend û dozger hatin dûrxistin ji kar, derdora 100 hezar kes ji karên giştî hatin dûrxistin û bêhtirî 47 hezar kes hatin girtin.

XS
SM
MD
LG