Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pilingên Tamîlî û Srî Lanka danûstendin dikin


Bizavên bo aşîtîyê ku welatê Norwecê dike di navbera hikumeta Sri Lanka û serhildayên Pilingên Tamil de, da ku herdu alî dagerin ser danûstendinan roja pêncşemê bi pêşve ket dema ku hikumet razî bû ku bi serhildayan re di 28 û 30ê meha deh-Cotmehê de li Cenevre kom bibin.

Serhildayan ji nunerê Norwêcî re di destpêka vê heftîyê de gotîye ku ew amade ne bê şert û merc danûstendinan bikin digel hikumetê.

Herdu alî di destpêka îsal de hatibûn ba hev di encama navbijîkirina rêkeftineke şerrawestanê, di sala 2002an de. Ji wê demê û virdaye tundûtûjî zêdebûne. Ji meha 7 û virdaye bi jimareke kiryarên leşkerî û şerûlêkdanan, li bakûr û li rojhilata wî welatî, nêzî hezar şerker û xelkê sivîl hatine kuştin.

Xuyaye ku biryara danûsteninên bo aşîtîyê dicîda tundûtûjîyê ranewestandîye. Roja pêncşemê li bakûr car carrna dîsa teqe dibûn û karbidestên parastinê suc dixin stuê serhildayan ji ber kuştina serbazekî bi bombeyeke li kêleka rê veşartî. Berî wê, roja çarşemê jî hêza hewayê bi firokeyan bombe barandin ser erdê ku desthilata wê di destê serhildayan de ye.

Cîhan Perera serokê komeleyeka piştgirîya aşîtîyê dike û bingeha wê li Colombo ye. Perera dibêje:

"Ji ber ku bi tu awayî herdu alî nêzîkahî nîşanî hev nadin û bi hev nebawer in, û tu alî bizava bipêşvexistina têklatîyeke bi bawerî nake, micidî û rastîya van danûstendinan zêde ne bi bingehe"

Zêdebûna şer herwisa kiriye ku hikumet, xericîyên leşkerî zêde kirine. Roja pêncşemê hikumet di daxuyanîyekê de gote, plana wan heye ku wê ew xercîyên parastinê di sala 2007an de ji sedî 45 zêde bikin.



XS
SM
MD
LG