Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewropa di raportekê de rexne li Tirkîye girtin


Wezîrê Derve yê Tirkîye Abdullah Gul tu guman li ser sozên Tirkîye bo reformên nehêlan.

Birêz Gul pênasîn kir ku hêjta rêk pêş li Tirkîyê ye, hinek guhorîna biketin heta bigehîte armancên Yekîtîya Ewropa jêre danîtin û got jî danûstendin dê bi zehmet bin lê li dawî dê bigehin encamên baş.

Komîsyona Ewropa raportek belav kirîye li ser endametîya Tirkîye di Yekîtîya Ewropa da û di raportê de rexne li sicîla Ankara ya mafên mirovan hatîye girtin û herwisa li nebûna reformên sîyasî.

Wê gefeya ragirtina danûstendinên endametîya Tirkîye di Yekîtîyê de kir, eger Tirkîye karekî baştir neketin bo rêgirtinê li îşkencedanê û ji bo parastina azadîya raderbirînê.

Raportê herwisa xema xwe dîyar kirîye li ser rewşa jina, mafên sendîkaya baziraganan, qomandarîya sîvîlan bi ser leşkerîda û maf û azadîyên gelê Kurd.

Roja çarşemê Komîsyona Yekîtîya Ewropî got wê biryar li dijî pêşnîyaza ragirtina demildesta danûstendinên endametîyê digel Tirkîye daye.

Eger bixwazî li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re biçe jorê, nivîsa bi rengê şîn ku dibêje 'Li Raporta li ser Tirkîye ya Komîsyona Ewropa guhdarî bike' bitiqîne.

XS
SM
MD
LG