Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokatîya Chavez ji alî Venezuela ve hate pejirandin


Karbidestên hilbijartinan yên Venezuelayê piştrast kir ku Hugo Chavez bi 63 ji 100ê ji dengan ji nû ve wek serok hatîye hilbijartin.

Ew encamên fermî îro li demê rêûresmên gihandine Chavez, ku peyamên wî yên bizava hilbijartinan derbarê alîkarîya hejaran û dijberîya Amerîka dabûn. Ew dê 6 salên dî serokatîya Venezuelayê biket.

Serokê nexweş yê Kubayê Fidel Castro pîrozbahî li hevbendê xwe Chavezî kir ji ber serkeftina wî ya ‘‘bêhempa li dîroka Amerîkayan.’’

Peyivdarekî Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack got, tevî jêknegirtina berî niha, Washington hîvîdara têkilîyên erênî û çak e bi Venezuelayê ra.

XS
SM
MD
LG