Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarê Merdînê Ahmet Turk Hate Girtin


Obama û Ahmet Turk
Obama û Ahmet Turk

Sîyasetvanê derîn yê Kurd û hevşaredarê bajarê mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk ku roja Duşemê li mala xwe hatibû binçav kirin, berî demeke kin hate girtin.

Nûçegîhana Dengê Amerîka li Amedê, Xecîcan Farqîn ragihand ku hîn jî sedema fermi ya girtina Turk ne dîyar e.

Turk 74 salî ye û cara yekê di 1973’an de wek parlamenterê Mêrdînê hatibû hilbijartin û cara dawî jî heta 2015’an wek endamê parlemanê kar kiribû.

Wî seroktîya Partîya Civata Demokratîk (DTP) jî kiribû û hinge ligel Serokê Amerîka Barack Obama hevdîtinek kiribû.

Turk di bin çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû binçav kirin ku heta niha bi dehan Kurdên din bi heman sedemê hatine desteser kirin û girtin.

XS
SM
MD
LG