Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Azad Doskî: Biryara Dawî Nîşan Dide ku Dadgeha Pêdaçûnê jî Ketiye jêr Desthilata Partîyan


Karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê dilgiran in, bi rexneya konsulxaneyên Rojavayî ya ser biryara Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê ya erêkirina hikmê dadgeheka Hewlêrê jibo cizayê 6 salên zîndanê li ser 5 rojnamevan û çalakvanan.

Karbidestên herêmê dibêjin ku ew mayê xwe li biryarên dadgehan nakin, lê gelek alîyan piştrast dikin ku ti belge tunene ku nîşan bidin peywendîya wan bi 5 kesên cezakirî bi rêxistinên terorîstî heye.

Dr. Azaad Doski
Dr. Azaad Doski

Parêzer Dr. Azad Doskî dibêje ku biryara dadgehê nîşan dide ku Dadgeha Pêdaçûnê ya herêmê jî ketiye jêr desthilata partîyan.

Doskî ji Dengê Amerîka re got ku qanûna ew rojnamevan pê hatine ceza kirin zagoneke kevn ya Îraqê ya sala 1969'an ye û hêşta delîveya rastkirina biryarê maye.

"Pêvajoya qanûnî rê dide ku dadgeh biryara xwe rast bike bi guhertina cezakirinê bi yasaya rojnamegerîyê yan her yasayeke din û zarokên wan ji dîtina wan bê behir neke."

Doskî bawer dike ku şaştîyeke mezin bû ku Dadgeha Pêdaçûnê navê konsulxanên Amerîkêm Almanî û Fransî bi tawana terorê xist nava biryara cezakirinê.

Dr. Azad Doski
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:38 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG