Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolînek Nû Ser Karanîna Wêneyên Zarokan di Hişberîya Çêkirî de Hişyarî Dide


Europe Artificial Intelligence
Europe Artificial Intelligence

Li gorî raportek nû ya derabrî hişberiya çêkirî (AI) de, ku bi hezaran wêneyên zarokan di generatorên Hişberiya Çêkirî de veşartîne, ku ew bi asanî tên bikaranîn û bi şêwaz û alîkariya hişberiya çêkirî ew ji nû ve tên avakirin bi rengên nû sexte wek gênc bi cil û bergan û dawiya wan rût dikin û laşa wan nîşan dide bi awayekî seksî ku metirsiyek mezin derxistiye holê ji aliyê malabatan û dîbistanan de jî.

Berî nuha dihat texmînkirin ku hişberiya çêkirî tenê wêneyên ku hatine hilanîn di navnedên internêtê de yên grirêdayî wan tenê ne, lê zanîngeha Stanford lêkolînek di derbarî şopandina internêtê de belavkir ku wan dît ku bêtir ji 3200 wêne yên destdirêjaya seksî li ser zarokan di database LAION ya hişberiya çêkirî de hene ku ji aliyê hin aliyan wek Stable Diffusion bi kar tên.

Stanford û Navenda Kenedî ji bo Parstina Zarokan bi hev re karkirin ku vê lêkolînê nîşan bidin û hişyariyê bidin cîhanê li ser vê metirsiyê.

Yekser LAION ji Ruptures got da ku datayên xwe ji holê rake.

David Thiel serokê beşê Teknolojî di Stanford û nivîskarê lêkolînê, ronî da ser metirsiya vê pirsgirêkê ku hişberiya çêkirî dikare bi asanî tiştên nû biafirîne li ser datayên heyî wek wêneyên zarokan û bi awayekî xerab bên bikaranîn û ta niha ev yek zêde dibe û nayê sînorkirin.

Education International Students
Education International Students

Tevî ku OpenAI xwedanê DALL-E û ChatGPT anîn ziman ku ew bikaranîna LAION dixin jêr filteran de, da ku bi mebestên seksî neyên karanîn.

Google jî, ji aliyê xwe ve xebatek taybet kiribû ji bo karanîna hişberiya çêkirî di veguhezîna gotin û nivîsandinê bike wêne, lê wan modela xwe ya bi navê Imagen di sala 2022an de belav nekir ji ber hin encamên wê ne zelal û şermezar bûn ji bo civatên giştî.

Niha hişyarî zêdetir bûye ji bo parastina zarokan ji internêtê û hişberiya çêkirî û cîhan li benda yasa û biryarên nû ne ku zarok, malbat û civak bên parstan ji karên sexte û xerab .

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG