Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Amerîkî Dibêje Hişberîya Çêkirî Nikare Mafê Berhemînan Û Çapkirinê Bistîne


Dirûşma AI Artificial Intelligence (Hişberiya Çêkirî) li Konferansa (WAIC) li Şanghai
Dirûşma AI Artificial Intelligence (Hişberiya Çêkirî) li Konferansa (WAIC) li Şanghai

Çi berhema hunerî ku ji aliyê "AI" Hişberiya Çêkirî bê afirandin bê tu destwerdanek mirvovî, nikare mafê çap û weşanê yan jî berhmînanê wergre di bin siya yaseyên Amerîkî li gorî biryara dageha Amerîkî li Washington DC.

Dadwera dadgehê Beryl Howell îna borî got ku tenê berhmên ku ji aliyê mirovan ve tên afirandin dikarin mafê çap û weşanê bistînin, û di heman demê de jî redkirina xwe ji daxwaza zanistê Komputer Stephen Thaler re pesnd kir, ji bo mafdana çap û weşanê ji sîstema DABUS ya hişberîya Çêkirî re.

Biryara Îniyê hat piştî têkçûna Thaler li ser wergirtina bawernameya dahînan û afirandina Amerîkî ji bo berhmên xwe ku wî gotibû ew ji hêla sîstema DABUS hatibûn çêkirin.

Thaler di heman demê de hewl dabû ku bawernameyên dahînan û afirnadnê ji welatên din wergire wek Birîtaniya, Afrîkaya Başûr, Austuralya û Erebistana Saûdî jî li ser berhmên ku ji hêla DABUS hatine çêkirin.

Parêzerê Thaler, Ryan Abbott, Duşemê got ku ew û dozgirê xwe bi tundî li dijî vê biryarê ne û wê li dijê wê dozê vekin.

Lê Ofîsa Mafên Dahînan û Çapkirnê di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de got ku ew "bawer dike ku dadgeh gihîştiye encama rast."

Her wiha Ofîsa Mafên Dahînan û Çapkirnê daxwaza hunermendekî Amerîkî jî red kir ji bo wergirtina mafê dahînan û çapkirinê li ser wêneyên wî ku bi App Midjourney ya hişberiya çêkirî afirnadibû, tevî ku wî diyarkiribû ku ev App tenê alîkar bû û beşek bû ji afirnadina wî.

Howell roja înê nivîsî."Em nêzikî sînorên nû yên mafê dahînan û çapkirnê dibin, ji ber ku hunermend AI'ê di qutiya amûrê xwe de bikartînin," ku wê "pirsên dijwar" ji bo yaseyên mafê dahînan û çapkirinê derxîne pêş.
"Lêbelê, ev doz ne ew qas tevlihev e jî" Howell wisa got.

Thaler di sala 2018î'an de serîlêdanek kirbû, ji bo wergirtina mafê dahînan û çapkirinê li ser berhema xwe "dergehek nû yê bihuştê", ku ew perçeyek hunera dîtbarî ye û ji hêla hişberîya çêkirî ya taybet bi wî hatiye afirandin, lê Ofîsê di sala borî de serlêdana wî red kir û got ku berhemên afirîner divê ji hêla mirovî hatibe afirandin da ku xwedî maf bin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG