Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîştî 3 Salan ji Destdanînê, Rewşa Efrînê ya Bin Kontrola Çekdarên Radîkal Çi Ye?


Alî Îso: Rewşa Efrînê di bin kontirola hêzên Tirkiyê û komelên radîkal de qet baş nebûye û binpêkirina maf û azadiya xelkê herêmê her heye.

Sê salan piştî kû komelên çekdarên bi piştevaniya Tirkiyê ketin di bajarê Efrînê de û gûndewarên wê, xelkê wê herêmê dibêjin, binpêkirina mafên mirovan didomîne.

Rêveberê Saziya Êzdîna Alî Îso got, rewşa Efrînê di bin kontirola hêzên Tirkiyê û komelên radîkal de qet baş nebûye. Wî got jî, binpêkirina maf û azadiya xelkê herêmê her tim dom dike û herêma wan qet aram nebûye.

Ali Iso
Ali Iso

Birêz Alî Îso gote Dengê Amerîka "VOA", ji dema konferansa saziya Êzdîna bi helkefta sê salên girtina bajarê wan, xanimek Kurd peyamek ji wan re şand û daxwaza piştevaniya ji wan kirî ye. Wê got, çekdarekê komeleka radîkal peyamek bi dengê xwe ji wê re şandiye û daxwaza pera jê dike, eger ku ew pera ne de, ew dê wêneyên wê li demê eşkencedanê di zîndana wê komelê de belave bike.

Birêz Îso got jî, Tirkiyê qet niyaz nîne dev ji herêmê berde û saziya wan Êzdîna binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komelên çekdar tomar dike û di gehîne komelên mafê mirovan li Eurûpa bi hêvîya kû fişarî danin ser Tirkiyê heta wan hêza vekêşin.

Alî Îso
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:32 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG