Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar li Almanya Bo Sekinandina Şerê li Sûrîyê Dest bi Meşekê Dikin


Li Almanya bi sedan bizavkar jibo sekinandina şerê li Sûrîyê, dest bi meşeke ber bi Sûrîyê ve kirin.

Çalakvanên koma ku nav “Jibo Helebê Meşa Sîvîl” e, bi alayan sipî ji balafirgeha kevn ya Berlînê dest bi meşê kirin.

Rêvebirên komê dîyar dikin ku ewê sê mehan her roj 20 km bimeşin û di ser Almanya, Komara Çek, Avusturya, Slovenya, Xirvatistan, Sirbîstan, Makedonya, Yunanistan û Tirkiyê re bigehijin sînorê Sûrîyê.

Rêvebirên meşe dîyar dikin ku hin beşdarvan dê beşeke rêdaçûnê de cîh bigirin, hinekên din jî temamîya wê biqedînin.

Bizavkar dîyar dikin ku armanca wan giheştina sînorê Sûrîyê û Tirkîyê ye, lê eger derfet çêbe, ewê derbazî Helebê jî bibin.

“Dema liv û xebatê ye. Me têra xwe li ser Facebookê ser rûyên xemgîn tikandin. Bes e êdî!’’ li ser malpera Jibo Helebê Meşa Sîvîl hatiye nivîsîn.

XS
SM
MD
LG