Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê 5 Mamoste Jiber Şermezarkirina Operasyonên Dijî Rojava ji Kar Hatin Dûr Xistin


Dîmeneke ji daxuyanîya Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê, 30 Mijdar,2022.
Dîmeneke ji daxuyanîya Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê, 30 Mijdar,2022.

Bi pêşengîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), rêxistinên sivîl û sendîkayan di 21’ê Mijdarê de li Meydana Derîyê Çîya ya Amedê hember operasyonên ser Rojava, çalakîyeke protestoyî hat darxistin

Lê, jiber ku heman roj walîtîya Amedê bo hefteyeke qedexa çalakîyan dîyar kir; 47 sîyasetvan, nûnerên sendîkayan hatin desteser kirin.

Di nav wan da bi nûnerên Sendîkaya Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Emîne Akşahîn, Hasan Çitirik, 5 mamoste jî hebûn.

Piştî desteserkirina pênc rojan, ev 5 mamoste, bi biryara Rêvebirîya Perwerde û Walîtîya Amedê ji kar hatin dûr xistin.

Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê ku ji sendîkayan pêk tê, bi daxuyanîyeke, biryara kardûrxistina mamosteyan şermezar kir.

Li ser navê sendîkayan hevserokê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) Şîyar Guldîken axifî.

Di daxuyanîya sendîkayan da, operasyonên hember Rojava bi peyîva ‘qirkirina sîyasî’ hate bi nav kirin û hat gotin ku êrîşên li ser alîyên ku dijî polîtîqayên hikûmeta desthilat der tên, encama têkçûna tifaqa AKP û MHP ye.

Di daxuyanîyê de behsa rewşa krîza ekonomîk hate kirin û hat gotin ku ku gelên Tirkîye di nav xizanîyeke mezin de dijîn.

Sendîkayan dîyar kir ku hikûmet budceya welêt ne jibo perwerde, aborî û saxlemîya gel bi kar tîne, lê şûna wê tevahîya budceyê bo alav û çeken şer û leşkerî tê xerc kirin.

Herwiha îdia kirin ku hemî hebûna Tirkîyê bo berjewendîya desthilatîyê, aligîrên wê û bo rêxistinên mafyatîk tê xerc kirin.

''Niha atmosferek qirêt ya şer heye, desthilatî dixwaze ku xwe li ser polîtiqayên şer û çek bidomîne. Bi van polîtîkayan jî çavê gel girêdidin. AKP dixwaze li hember van polîtîkayan serî li me deyne, lê em ti carî serî li pêş wan danaynin,'' Guldîken got.

Guldîken di dawîya daxuyanîyê de bang li bîragiştî jî kir û got li hember qirêjîya desthilatîya Tirkîye di tekoşînê de mil bidin milê wan.

Wî herwiha bang li walîtîya Amadê jî kir ku vê biryara bêhiqûq ya kardûrxistina 5 mamosteyan betal bike.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Amedê 5 Mamoste Jiber Şermezarkirina Operasyonên Dijî Rojava Ji Kar Hatin Dûr Xistin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
XS
SM
MD
LG