Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro Hin Guherînên Ser Sîyaseta Kuba Radigihîne


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump, îro Înê dê li Miamî guherînên di sîyaseta Kuba de eşkere bike.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, rêwîtîyên hemwelatîyên Amerîka yên ber bi Kuba û xebatên sazîyên gerûgeştê dê werin sînordar kirin û alîkarîya aborî ya bo artêşa Kuba jî were rawestandin.

Bi vê plana nû, Komarî ji sîyaseta serokê berê Barack Obama, ku nêzî Kuba dibû, hinekî bi şûnde vedikişin.

Hemwelatîyên Amerîkî ewê dîsa bi şertên wek serdana malbatê, xebatên akademîk karibin herin Kuba.

Hikûmeta Amerîka tevî sînordarkirinan dixwaze bi Kuba re peywendîyên xwe yên dîplomatîk bidomîne. Balyozxaneya Amerîka ya li Havana ya paytaxta Kuba dê neyê girtin.

Karbidestekî Qesra Sipî dîyar kir ku ewê sazîyên rêwîtîyên esmanî û yên deryayî karibin rêwîtîyên ber bi Kuba bidomînin.

Miami çend sed kîlometre dûrî Havana ye. Tê gotin ku Trump jiber wateya sembolîk ewê li Miami sîyaseta nû ya bo Kuba eşkere bike ku ew der wek keleha sirgûnên ji Kuba tê zanîn.

Di havîna 2015’an de, piştî 50 sal peywendîyên dîplomatîk yên Amerîka û Kuba jinûve destpê kiribû. Piştî ku di Adara 2016’an de, Obama serdana Havana kiribû di navbera Amerîka û Kuba de seferên esmanî destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG