Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Rêvebirîya Xweser bi Binpêkirinên Mafên Mirov Tawanbar Dike


Dîmeneke kampa Holê.
Dîmeneke kampa Holê.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) roja Çarşemê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi binpêkirinên dijî kesên ku li cem wê girtî ne tawanabr kir.

Amnesty di raporteke befireh de got ku dora 56 hezar mêr, jin û zarok di çend kampên jêr desthilata Rêvebirîya Xweser girtî ne ku piranîya wan piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê hatine girtin. Ev kes li 27 kamp û zindanan li deverên Rêvebirîya Xweser dimînin.

Agnes Callamard, Sekretera Giştî ya Amnesty, di daxuyanîyekê de got ku Rêvebirîya Xweser “tawanên şer yên êşkencê û reftara xirab kirine û dibe ku tawana şerê ya kuştinê jî kiribe.”

“Zarok û jin û mêrên ku li van kamp û girtîgehan girtî ne, rastî reftereke xirab û tundûtûjîyê tên. Hikûmeta Amerîkî jî roleke serekî di damezrandina û domandina vê sîstemê de lîstîye ku tê de bi dehan kes mirine, û divê Amerîka rolekê di guhertina vê sîstemê de bilîze.”

Callamard herwiha got ku ev sîstema girtinê mafên xelkê binpê dike, ew xelkê ku guman heye girêdana wan bi DAIŞ ve heye.

Amnesty bang li Rêvebirîya Xweser, endamên koalisyona dijî DAIŞ û Neteweyên Yekbûyî kir ku demûdest çareserîyekê jibo van binpêkirinan bibîne û dawîyê li gerînoka binpêkirin û tundûtûjîyê bîne.

Li gor raporta Amnesty, Rêvebirîya Xweser di bersîva xwe ya hember van îdîayan de gotiye ku ew rastî gelek mercên zehmet dibin, di nav de jî nakokîyên çekdarî yên berdewam. Karbidestên Rêvebirîya Xweser herwiha rexne li civaka navnetewî û hevparên navnetewî girtine, “jiber ku nikarîbûn erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bicîh bînin,” li gor raporta rêxistina mafên mirov.

Rêvebirîya Xweser da zanîn ku dewletên ku welatîyên wan li kamp û girtîgehên bakur û rojhilata Sûrîyê hene, Rêvebirîya Xweser “bi tenê hiştine jibo ku serederîyê ligel derencamên” şerê dijî DAIŞ’ê bikin.

Ji dema têkbirina leşkerî ya DAIŞ'ê sala 2019’an ve, Rêvebirîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bang li civaka navnetewî dikin ku kesên bîyan yên li cem wan girtî ne vegerînin welatên wan, lê heta niha tenê rejêyeke biçûk ji van kesan hatine vegerandin bo welatên wan.

Şervanên HSD'ê li dema operasyonekê li nav kampa Holê (Wêne: arşîv).
Şervanên HSD'ê li dema operasyonekê li nav kampa Holê (Wêne: arşîv).

Piranîya kesên ku li kampên wekî Hol û Roj dijîn welatîyên Îraqî û Sûrî ne, lê hejmareke berbiçav ji dora 74 welatên din hene.

Wezareta Derve ya Amerîka, di bersîva Amnesty de got ku hewildanên Washington hene jibo çarserkirina “zehmetîyên mirovahî û ewlekarî” li bakur-rojhilata Sûrîyê.

Wezaretê herwiha banga hemû alîyan li Sûrîyê kir, di nav de jî HSD, ku “rêzê li mafên mirov bigirin.”

Wezaretê dîyar kir ku ew bi wan kes û komên HSD'ê re kar dike, “ewên ku bi duristî vekolîn li ser wan hatiye kirin.”

Li gor raporta Amnesty, Wezareta Derve got ku tekareya çareserkirinê “vegerandina van kesên derbider û girtî bo welatên wan yên resen e da ku kesên tawanbar bi prosesên dadwerî yên rêzê li mafên mirov digirin werin darizandin.”

XS
SM
MD
LG