Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtin Û Cezakirina Çalakvanên Badînan di Rojeva Herêma Kurdistanê de


Parêzer, Beşar Hesen di dema li hember dadgehê behsa dadgehkirina çalakvanên Badînan dike.
Parêzer, Beşar Hesen di dema li hember dadgehê behsa dadgehkirina çalakvanên Badînan dike.

Piştî ku dadgeha Pêdaçûnan ya Hewlêr 20ê Tîrmehê di rûniştinekê de 4 salên din, yên zîndanê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birîn, şeva Pêncşem li ser Înê rojnamevan Omîd Beroşkî jî dema di mal bû dîyar nema bû û çaranivîsê wî nedîyar bû, lê piştî derketina reaksonên cûda, malbat Omîd Beroşkî ji Dengê Amerîka re ragiuhand ku Omîd serbest hatîye berdan û li malê ye.

Pêşwext jêderekî taybet herwiha parêzerê Omîd Beroşkî gote Dengê Amerîka rojnamevan û çalakvan Omîd Beroşkî dewrûberên demjimêr 8ê êvarîya 20ê Tîrmehê dema li mal bû hatîye girtin, lê ew nizanin ji ber çi û kê ew girtîye.

Parêzer Remezan Ertîsî got Dengê Amerîka, min têkilî bi malbata Omîd Beroşkî re danî û wan got ku dema em di mal de nebûn Omîd hatîye girtin malbatê gotîye "Cîrana telefona me kir gotin ku derîyên mala we vekirîne, me ji wan re got ku Omîd li malêye, lê piştî ku ew çûn malê, dîtin ku Omîd ne hazire".

Ertîsî herwiha got ku ew bi hêvî bûn ku meha Cotmeha li pêşîya me Şêrwan Şêrwanî û hemû havelên wan serbest werin berdan lê mixabin du cezayên ku dê bibin 4 salên zîndanê bo Şêrwan Şêrwanî hatin birîn.

Rojnamevan Nezîr Elî ku hevalekî Omîd Beroşkî ye gote Dengê Amerîka Çendîn sal in, pirsa girtina çalakvan û rojnamevanên Badînan bûye pirseke serekî, hem li herêma Kurdistanê û hem jî li ser astê Ewrupa û rêxirawên bîyanî."

Nezîr Elî got, ku serkotkirin û çewsandinên li dij çalakvan û rojnamevan dom dikin û nehêlana dengên azad li Badînan hebin, Elî balê dikişîne ser cezayên nû li dij Şêrwan Şêrwanî û girtina demkî ya Omîd Beroşkî.

Piştî belavbûna nûçeya dîyar nemana Omîd Beroşkî, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Înê, 21ê Tîrmehê derbarê raportek weşand û dibêje "Divê desthilatdarên Kurd yên Îraqî derhal cîhê rojnamevan Omîd Baroşkî eşkere bikin û piştrast bikin ku rojnamevan ji ber karê wan neyên girtin".

Rêvebirê Giştî yê Rêxistina "Mend Bo Yeksanîyê" Hêriş Reşîd, rexne li tevgerîyana rojnamevan û çalakvanên Badînan girt, weke Hêrîş Reşîd dibêje, "destên sîyasî li pişt rojnamevan û çalakvanên Badinan in, û ji alîyê hin hêzên sîyasî de tên bikar anîn."

"Ya ku li Badînan rû dide ne azadîya raderbirînê ye, belkî bo hin armancan ew dixwazin simayê ciwan yê Kurdistanê ne ciwan bikin."

Hêriş Reşîd di wê bawerê de ye ku Azadîya Ramanê li Herêma Kurdistanê her çend ne li gorî dilê wan be jî lê gelek pêşve çûye.

Ji hejî bîr xistinê ye ku sazîyên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Derve ya Amerîka di raporên xwe yên derbarê mafên mirov de rexne li Desthilata Herêma Kurdistanê girtine û daxwaza rawestandina binpêkirina mafên mirov û mafên azadîya rojnamegerî û azadîya ramanê dikin.

Herî dawî di nîva meha Tîrmeha 2023ê de, Wezareta Derve ya Amerîka di rapora mafên mirov de ya 2022ê di beşa Îraqê de dîsa rexne li Herêma Kurdistanê girtine, behsa doza girtina çalakvanên Badînan jî di raporê de hebû.

Badinan Acitivis_Report.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00
XS
SM
MD
LG