Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bafel Talebanî: Pirsa Kurd bi Rîya Şer Nayê Çareserkirin


Bafel Talebanî li dema axaftina xwe li Enstituya New Lines li Washington.
Bafel Talebanî li dema axaftina xwe li Enstituya New Lines li Washington.

Bafel Talebanî, Serokê Yekîtî Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja Çarşemê got ku pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bi rîya şer nayê çareserkirin.

Di semînarekê de li Enstituya New Lines li Washington, Talebanî got ku hewildanên tunekirina Kurdan bi rîya şer û çekan bê sûd in. Wî da zanîn ku dîyalog û gotûbêj çareserîya herî baş e jibo pirsa Kurdî.

Rêberê YNK’ê ku bi nuha li Washingtonê ye dîyar kir ku YNK dikare rolekê de bilîze da ku prosesa aştîyê di navbera Kurdan û hikûmeta Tirkîyê de destpê bike.

“YNK piştgirîya xuşk û birayên xwe li Sûrîyê dike. Biryareke parlemantoya Kurdistanê heye ku rê dide alîkarîya Kurdên Sûrîyê di şerê dijî DAIŞ’ê,” Talebanî got.

“Peywendîya vê piştgirîya me bo Kurdên Sûrîyê bi Tirkîyê ve nîne. Kes gefeyan li Tirkîyê naxwe. Em naçin Enqerê dagîr nakin. Lewra, ez dibêjim, em wekî YNK amade me ku rolekê jibo diyalogê bilîzin.”

Peywendî ligel Îranê

Derbarê peywendîya ligel Îranê, Bafel Talebanî dîyar kir ku tiştekî normal e têkilîyeke asayî bi Tehranê re hebe.

“Bêtirî 600 kîlometreyên sînorê me bi Îranê re heye. Şeş derîyên sînorê ligel Îranê hene. Divê peywendîya me bi wan re asayî be,” wî got.

Wî herwiha got hebûna peywendîyan ligel Îran û Amerîkayê di heman demê de, tevî ku herdu welatên dijatîya hev dikin, tiştekî normal e.

Paşeroja hêzên Amerîkî li Îraqê

Li Washington, Talebanî da zanîn ku ew di hevdîtinên xwe de ligel karbidestên Amerîkî re dîyar dike ku bihêzkirina peywendîyan di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê armanceke serekî ye.

Di bersîva pirseke Dengê Amerîka de, Talebanî got ku vekêşana hêzên Amerîkî ji Îraqê nabe wekî ku behsa wê tê kirin bibe.

“Amerîka dê yekser hêzên xwe ji Îraqê venekişîne. Nîqaş li ser guhertina peywendîya Amerîka li Îraqê û şêweyê hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê ye. Peywendîya me ya leşkerî ligel Amerîka û hêzên koalisyonê berdewam dike. Di qonaxa bê de wê nîşaq li ser şêweyê hebûna hêzên koalisyonê be. Gelo pêdivî heye hêzên koalisyonê bi vî şêweyî heyî li Îraqê bimînin? Divê gotûbêj li ser pirsên wisa werin kirin.”

“DAIŞ nehatiye tunekirin. Ew bê guman hatiye lawazkirin, lê ew hîn jî çalak e û hêvîya şerekî mezin e ku careke din êrîşa Kurdistan û Îraqê bike.”

Rêberê YNK’ê got ku hîn jî bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê li Sûrîyê û Îraqê hene û metirsîya wan rasteqîn e.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê

Girêdayî hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Talebanî bal kişand ser girîngîya pêkanîna wan jiber ku ev bûye demeke dirêj ku Kurdistan bê parleman e û ev yek jibo prosesa demokrasîyê li Herêmê xirab e.

“Tiştê ku derbarê hilbijartinan li Herêma Kurdistanê tê kirin, li ti cihekî din yê cîhanê çênebûye. Eger alîyek naxwaze hilbijartinan bike, nabe ku hemû proses jibo wan were rawestandin. Paşxistina hilbijartinan ne awayekî tendurist e jibo Herêma Kurdistan,” wî got.

Talebanî got ku peywendîya wan ya ligel Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne di asta xwe ya herî baş de ne, lê wî da zanîn ku bawerîya wî bi diyalogê jibo çareserkirina kêşeyan heye.

Talebanî li Wezareta Derve ya Amerîka hevdîtin pêk anîye û çend hevdîtinên din jî ligel karbidestên din yên hikûmeta Amerîkî di rojên pêş de dike.

XS
SM
MD
LG