Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistanê Dê Serdana Tehranê Bike


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê dê serdana Tehranê bike.

Şanda Barzanî dê ji cîgirê serok, wezîrê navxwe, serokê ofîsa serokatiyê û çend berpirsên din pêk bê.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî dê ligel berpirsên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê bicive û li ser geşepêdana pêwendiyên Îranê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeş di navbera wan de û herwiha pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj bike.

Ev serdan di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên navbera YNK û PDKê yên derbarê hilbijartinan de rûbirûyê krîzeke siyasî ya kûr bûye. Di demekê de ku PDKê dibêje ew beşdarî hilbijartinên Hezîranê nabe heta ku têbîniyên wê werin berçavgirtin, YNKê rijd e li ser lidarxistina hilbijartinan di 10 meha Hezîranê dike.

Ji bilî pirsgirêkên navxwe, nakokiyên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta li ser mûçe, Hejmara Min, enerjî û dahata navxweyî berdewam in.

Peyvdarê wezareta darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal îro paşxistina şandina mûçeyên meha Nîsanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi “siyasî” bi nav kir û gumana da ser niyaza Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Ev serdan hevdem e ligel serdana çaverêkirî ya Bafel Talebanî bo Amerîka îro piştî beşdarbûna li merasîma cenazeyê Şêx Tehnûn Bin Mihemed Al Nehyan li Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî.

Ofîsa ragihandinêya YNK di daxuyaniyekê de got: "Di serdana xwe de Serok Bafel dê çend hevdîtinan ligel berpirsên payebilind ên hikûmeta Amerîkî bike, di nav de Wezareta Derve, Kongreya Amerîkî û navendên lêkolînê."

XS
SM
MD
LG