Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Berevanî ya Rûsya: Dibe ku Bexdadî di Êrîşeke Hêzên Rûsî de Hatibe Kuştin


Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku Serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî dibe ku li Sûrîye, di êrîşeke esmanî ya ku hêzên Rûsî di 28’ê Gulanê de li dar xistîye de hatibe kuştin.

Wezaretê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Rûsya, êrîş ser agahîyeke îstixbaratî li dar xistîye ku rêberên DAIŞ’ê di talîya meha Gulanê re li taxeke li başûrê Reqa kom bûne.

Wezaretê da zanîn ku ew hewil didin ku agahîya kuştina Bexdadî piştrast bikin û bi berdewamî dîyar kir ku dibe ku di êrîşê de 30 rêberên DAŞ’ê û 300 çekdarên din jî hatibin kuştin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka îdiayên ser kuştina Bexdadî piştrast nekir.

Li gor hin raportên medya heta Cotmeha 2016’an dihat zanîn ku Bexdadî li Mûsilê ye, lê piştre derbarê cîhê wî de ti agahî belav nebû.

XS
SM
MD
LG