Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden bi Peyameke Taybet Jîna Emînî bi Bîr Tîne


Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê bi sedema salvegera mirina yekê ya jina ciwan ya Kurd Jîna Mehsa Emînî peyamek weşand.

Seroki Biden got ku ewê bi hevjîna xwe Jill re jibo bîranîna Jîna û hemî qûrbanîyên rejîma Îranê tev li bîranîna mirovên li sereanserî cîhanê bibe.

“Ez û Jill, sibê tev li mirovên li çaralîyê cîhanê bin, ligel hemû di bîranîna wê û welatîyên leheng yê Îranî ku ji alîyê rejîma Îranê ve bo daxwaza aştîyane ya demokrasî û rûmeta bingehîn ya mirovî û demokrasîyê ji alîyê rejîma Îranê ve hatîye kuştin, birîndarkirin yan jî girtin.”

Biden dîyar kir ku çîroka Emînî bi mirina wê ya hovane bi dawî nebû û ew bi dirûşma -Jin, Jîyan, Azadî- bû sembola tevgereke dîrokî ku bandor li Îranê û mirovên li çaralîyê cîhanê kir ku doza wekhevîya zayendî û rêzgirtina mafên xwe yên mirovî dikin.

“Tevî berdewamîya zordarî û tundîyê, welatîyên Îranê dilsozîya xwe ya ser vê tevgerê û têkoşîna xwe ya bo siberojeke azad û demokratîk didomînin. Îranî bi tena serê xwe wê çarenivîsa welatê xwe dîyar bikin, lê, Amerîka pabend dimîne ku li kelêka wan bisekine...”

Biden bi berdewamî dîyar kir ku wê hemberî her cureya tundîya ser jin û keçan yên li her derê biaxifin, tevê parêzvanên mafên mirovan yên jin ku gelek caran jiber karanîna dengê xwe dibin armanc.

“Di sala borî de, Amerîka bersîva bangên gelê Îranê da û kempeyneke dîplomatîk ya bê mînak meşand ku bû sedema derxistina hikûmeta Îranê ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser rewşa jinan û ji avakirina şandeke lêkolîna rastîyan ya NY ku bo lêkolînê binpêkirina mafên mirovan.”

Serokê Amerîka herwiha da zanîn ku Washingtonê alîkarîya hejmareke zêde ya çalakvanên mafên mirovan kir ku li Amerîka sitargehên ewle bibînin.

“Me destxistina înternetê ji Îranîyan re hêsantir kir: Di dema herî pir zêdebûna xwepêşandanan de, 30 mîlyon Îranî amûrên dijî sansûrê yên bi piştgirîya Amerîkî dixebitandin.”

Serok Biden herwiha got ku Amerîka dijî ji 70 kes û dezgehên Îranî, ku bo piştgirîkirina zordarîya rejîmê ya ser gelê xwe berpirs in, tole ragihandine û revebirîya wî wê îro jî dijî hejmareke ji binpêkerên herî eşkere yên mafên mirovan yên Îranê toleyên nû radigihîne.

“Îro - ku em mirina Mehsa ya trajîk bi bîr tînin- em soza xwe ya bo gelê wêrek yê Îranê dubare dikin. Ew bi berxwedan û biryardarîya xwe îlhamê didin cîhanê. Û bi hevalbend û hevkarên xwe re em bi wan re ne,“ Biden got.

XS
SM
MD
LG