Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Hişyarî Dide Îranê ku Êrîşî Îsraîlê Neke


Biden
Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê ji rojnamevanan re got ku ew li bendê ye ku Îran ‘’ne paşê lê hîn zû’’ êrîşî Îsraîlê bike.

Biden bang li Tehranê kir ku di wê rêkê de nemeşe.

Li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê peyama wî ya jibo Tehranê, Biden got ‘’nekin’’ û dîyar kir ku Washington bi biryar e ku berevanîya Îsraîlê bike.

‘’Me xwe jibo berevanîya Îsraîlê bexş kir. Emê piştgirî bidin Îsraîlê. Emê alîkarîya Îsraîlê bikin ku berevanîya xwe bike, Îran wê serfiraz nebe.’’

Wî dîyar kir ku ewê agahîyên pêbawer eşkere neke û got ku êrîşa Îranê ‘’ne paşê, lê wê hîn zû’’ li dar keve.

Berdevikê Qesira Sipî John Kirby berî gotinên Biden ser gef û gumana êrîşên Îranê hişyarî dabû, lê hûrgilî nedabûn.

Kirby dîyar kiribû ku Washington ser gefên Tehranê hêzên xwe yên li herêmê kontrol kirine û rewişa herêmê jî ji nêz ve dişopîne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG