Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya di Salvegera Jîna Emînî de Dijî 4 Karbidestên Îranê Tole Ragihandin


Brîtanya îro Pêncşemê berî salvgera mirina Jîna Emînî dijî 4 karbidestên Îranê tole ragihandin.

Wezareta Derve ya Brîtanya dîyar kir ku armanca toleyên dawî karbidestên payabilind in ku ew qanûna nixamtîbûna mecbûrî dimeşînin.

Li gor ragihandina wezaretê, tole dijî wezîrê rêberîya Îslamî û çandê, cigîrê wî, bajarvanê Tehranê û berdevkê polîsên Îranê hatine ragihandin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly dîyar kir ku qanûnên Îranê yên zextê ne û toleyên wan jî dijî berpirsên wan in.

Cleverly got ku ew bi toleyên xwe nîşan didin ku ew bi jinên Îranê re û piştgirîyên xwe yên jibo wan didomînin.

Amerîka jî berî salvegera mirina Emînî dijî 29 kes û sazîyên Îranê tole ragihandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG