Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burkîna Faso Sê Dîplomatên Fransî Dersînor Dike


Wezareta Derve ya Burkîna Faso ragihand ku hikûmeta leşkerî ser 3 dîplomatên Fransî jiber ‘’kiryarên hilweşîner’’ biryara dersînorkirinê daye.

Wezaretê di nameyekê de ku jibo Balyozxaneya Fransa hatiye nivîsîn, dîyar kir ku 3 dîplomatên wan persona non grata (kesên nayên xwestin) ne û jibo derketina wan 48 saet dem hat dayîn.

Di nameyê de nehat eşkere kirin ku dîplomatên Fransî ser çi têne sûcdar kirin.

Wezareta Derve ya Fransa ser biryara dersînorkirina dîplomatên wê hîn ti şirove nekiriye.

Burkîna Faso ji alîyê juntayeke leşkerî ve tê bi rêve birin ku wê sala 2022’yan bi derbeyê desthilat bi dest xwe xistibû û peywendîyên wê yên bi mêtingera wê ya berê Fransa re xirab bûbûn.

Ji wê demê vir ve Ouagadougou leşkerên Fransî qewitandin, zor li Fransa kir ku balyozê xwe vekişîne û hin medyayên Fransî jî sînordar kirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderekî ku nexwest navê wî eşkere bibe dîyar kir ku dîplomat jiber peywendîyên bi endamên civaka sîvîl re hatine qewitandin.

Juntaya Burkîna Faso hewil dide krîza ewlekarîyê kontrol bike ku jiber çekdarên bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El Qaydê re peywendîdar çêbûye.

Ew junta jiber sînordarkirina azadîya îfadeyê û zextên li ser opozîsyonê ji alîyê sazîyên mafan yên navneteweyî tê rexne kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG