Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Ozel Piştî Erdogan Serdana Bahçelî jî Kir


Serokê CHP Özgür Özel
Serokê CHP Özgür Özel

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro Sêşemê serdana Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî kir.

Ozel hefteya borî jî serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Civîna Ozel û Bahçelî li meqama Serokê MHP’ê yê li parlamana Tirkîyê çêbû.

Piştî civînê, ku bi qasî 45 deqîqeyan ajot, her du Serokan jî ti daxuyanî neda.

Ozel di komcivîna partîya xwe de got ku civîna bi Bahçelî re bi awayekî erênî derbaz bûye.

‘’Ez dikarim bibêjim ku em bi Bahçelî re ser encamên hilbijartinan axifîn û me bi kêfxweşî guh da ser nirxandinên wî û pîrozkirinên wî qebûl kirin.’’

Wî dîyar kir ku wan hûrgilîyên civînê tomar kirine û xistine arşîva CHP’ê.

Ozel hefteya borî li Navenda Giştî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) serdana rêberê wê partîyê Erdogan kiribû.

Erdogan ser civîna bi Ozel re gotibû ku hewcedarîya sîyaseta Tirkîyê bi danûstandinên wisa heye.

Wî dîyar kiribû ku ewê jî serdana CHP’ê bike û li welêt dest bi qonaxa nermkirina sîyasetê bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku CHP di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de 37,77 ji sedê dengan sitandibû û AKP ya ku 35,49 ji sedê dengan sitandibû, di deshitlata wê de, ku pirtir ji 20 sal in didome, cara pêşî têk biribû.

Jêder: NTV, Haberturk, Anadolu Ajans

XS
SM
MD
LG