Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Mafê Mirovan li Tirkîyê di Rûniştineke Taybet ya Kongresê de Hate Nirxandin


Komîteya Mafên Mirovan ya Kongresê berî serokê Tirkîyê meha pêş serdana Amerîka bike roja Sêşemê ser binpêkirinên mafên mirovan yên li Tirkîyê rûniştinek çêkir.

Li gor daxuyanîya malpera endamê Civata Nûneran û Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan ya Tom Lantos, Chris Smith wî jibo rûniştina ser binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkîyê seroktî kir.

Hikûmeta Tirkîyê ji 2016’an vir ve pirtir ji 95,000 hemwelatî girtin yan avêtin zindanê û pirtir ji 1500 sazîyên sîvîl jiber peywendîyan bi sedemên cur bi cur qedexe kirin.

Smith bal kişand ku hikûmeta Tirk bi kuştinên bi qestî, mirinên girtîyan yên gumanbar, êşkence û sînordarkirina azadîya derbirînê mafên mirovan binpê dike.

Wî bang li Tirkîyê kir ku helwesta xwe ya jibo mafên mirovan biguherîne û rewişê baştir bike.

Jimareke kesan ser binpêkirina maf û azadîyan tecrûbeyên xwe gotin û raporên xwe pêşkeş kirin.

Seroka Azadîya Olî ya Navneteweyî (IRF) Nedine Mainza jî, ku berê jibo komîsyona azadîya olî ya navneteweyî ya Amerîka jî seroktî kiribû, beşdarî li rûniştinê kir.

Mainza dîyar kir ku Alevî jî di nav de gelek pêkhateyên olî û etnîkî yên li Tirkîyê bi êrîşan re rûbirû dimînin û hikûmet hîn jî wan nas nake.

‘’Amerîka divê jibo çareserîya pirsa Kurdan zextê li Tirkîyê bike û givaştinê bike ku Enqere û PKK vegerin danûstandinan. Erdogan divê cudakarîyên jibo Kurdan rawestîne.’’

Chris Smith sala 1996 jibo PKK û Tirkîye agirbestê ragihînin û hemî girtîyên sîyasî yên li Tirkîyê werin berdan danûstandin meşandibûn û jibo biryareke derbarê wan pêşengî kiribû.

XS
SM
MD
LG