Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

295 Pêketiyên Nû bi COVID-19 li Duhok Tên Tomar Kirin


Nexweşxana COVID-19 li Duhok
Nexweşxana COVID-19 li Duhok

Piştî demek dirê ji bêdengiya derbarê pêketî û tomarên nû yên vîrûsa koronayê, li parêzgeha Duhol pandemî car din kete di rojevê de, piştî ku hejmarek zêde ya tûşbûyên nû yên Covid-19 li parêzgehê hatin tomar kirin.

Li gor pêzanîn û daxuyaniyên saziyên saxlemî û tendirûstiyê li parezgeha Duhok di 24 demjimêran da 295 kes bi helgirên Covid-19 hatin tomarkirin.

Di demên borî de pandemiya vîrûsa korona hatbû jîbir kirin, bi taybet piştî ku hin nexweşiyên weke 'xwûn berbûnê' û 'Kolêrayê' li herêma Kurdistanê ketîn di rojevê de, li gor datayên saziya saxlemîya Duhok di van çend rojên dawî de li Duhok her rojê nêzî 200 kes bi koronayê dikevin.

Saxlemîya Duhok da dîyarkirin ku tûşbûyên Covid-19 rewşa wan başe û vê carê ya cûda ye ji pêketinên berê, ji ber ku niha tenê laşê pêketiyan xav dibe bêhêz dibe bê ku vîrûs xwe bigehîne di sihên pêketiyan de.

Rêveberiya Saxlemiyê dîsan dide diyarkirin ku ta niha ew kesên tûşbûyî li nexweşxanê nehatine nivandin tenê ew dikarin li malên xwe çareseriyê wergirin û xwe biparêzin.

Li dor vê mijarê û egerên bilindbûna rêjeya tûşbûyan ji reveberiya giştî ya saxlemîya Duhok Hemze M. Alî bo Dengê Amerika axvî û got "Egerên berbelavbûna koronayê li vê dawiyê ewe ku 6 meh bi ser derziya 2an ya vaksînê derbazbûne, pêwîste xelk vaksîna 3'ê jî danin".

Derbarê hejmara welatîyan li parezgeha Duhok yên vaksîn wergirtine, Hemze bêje "Niha li parezgeha Duhok hejmara kesên derziya yekê ya vaksîna dijî Covid-19 wergirtine zêdetir ji yek milyon kesan e, lê pêtviye di berdewam bin li ser wergirtina jema - derziya 3'ê jî".

Hêjayî bîrxistinê ye ku li vê dawîyê kes bi Covid-19 li parezgeha Duhok canê xwe ji dest nedaye. Li gorî dawî datayên reveberîya giştî ya saxlemîya Duhok, ji dema destpêka pandemiya vîrûsa korona heta niha 1844 nexweşan bi koronayê canê xwe ji dest dane.

Raporta Duhok 06 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
XS
SM
MD
LG