Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPT: Duhok di Encama Operasyoneke Tirkîyê de Dikare % 75 Axa Xwe Hinda Bike


Leşkerên Tirk li Herîma Kurdistana Îraqê (Arşîv)
Leşkerên Tirk li Herîma Kurdistana Îraqê (Arşîv)

Rêxistina Community Peacemaker Teams (CPT) ya bingeh li Amerîka, hişyarî dide ku jiber êrîşên Tirkîyê yên ser Herêma Kurdistana Îraqê, Duhok dikare % 75 ji axa xwe ji dest berde û 190 malbatên ku li gundên Çîyayê Gare dijîn, dikarin derbider bin û herwiha ew dever dikarin bikevin bin kontrola artêşa Tirk.

Berpirsê Beşa Mirovan ya CPT, Kamran Osman ji Dengê Amerîka re got ku pêşbînî ye ku operasyon li ser Çîyayê Gare wê nêzî 39 gundên derdorê bi tevahî werin vala kirin û 190 malbatên ku gundî û cotkarên derdora çîyê derbider bin.

“Ger Çîyayê Gara bi tevahî were girtin, Şeladize, Dêrelok û Amêdî bi giştî tên dorpêç kirin û ev jî dibe sedem ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li van deveran hêzên xwe ji dest bidin, tenê % 25ê Duhokê wê bin kontrola hikûmetê bimîne,” Osman got.

Çîyayê Gara jibo Tirkîyê xaleke stratejîk e jiber ku tevgera şervanên PKK’ê li herêmê xurt e her du Hewlêr û Duhokê bi hevre girêdide.

Tevî berdewamîya êrîşên Tirkîyê li ser axa Herêma Kurdistanê, Enqere venaşere ku ew di buharê de plana êrîşeke berfireh dike, bi sedema ku sînorên xwe ji şervanên PKK’ê biparêze.

Tirkîyê çend caran behsa rêketina hevbeş ligel hikûmeta Îraqê kirîye û hefteya borî jî piştî nêzîkî 13 salan, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi beşdarîya çend wezîran serdana Bexda û Hewlêrê kir û bi berpirsên payebilind yên Îraq û Kurdistanê civî.

Serdana Erdogan wek amadekarîya şer û êrîşa plankirî ya Tirkîyê tê şîrove kirin. Di vê çarçoveyê de, şeva borî hin dezgehên medyayê ragihand ku nêzîkî 100 leşkerên Tirk gihîştine Herêma Kurdistanê û îhtimal heye ku Tirkîyê di demeke nêzîk de dest bi êrîşan bike.

Lê, Osman got ku agahîyên wan tunene ku şeva borî leşker hatine herêmê, yan jî operasyonaa Tirkîyê destpê kiriye.

Tirkîye bi fermî xwedîyê 64 bingehên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ye ku ew li Sidêkan ya bajarokê Soran, Avaşîn, Zap û Metîna li Barwarî Bala yên bajarokê Amêdî, Heftan û Darkar Hecem yên Zaxoyê ne.

Tenê di sê mehên destpêka îsal de, Tirkîyê 358 êrîş û bombebaran li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne û di serî de bi rêya firokên şerker, firokên bêmirov, topxane û guleyên rasterast, 6 welatîyên sivîl bûne qurbanî.

Osman pêşbînî dike ku operasyona Tirkîyê bi êrîşên esmanî, firokên bêmirov û leşkeran were kirin.

“Tirkîye taktîkeke cuda bi kar tîne Taktîka ku di Sibata 2021ê de bi kar anîbû ew bû ku çend rojan herêmê bombebaran kir. Em di wê bawerîyê de ne ku jiber cîhê erdnîgarîya herêmê wê jibo Tirkîyê yek ji wan operasyonên herî dijwar be çimkî gerîlayên PKK’ê zêdetirî 30 sal in li herêmê di şerê çekdarî de tecrûbe ne."

Ji bilî gefên operasyona Tirkîyê, metirsîya valakirina gundan û ketina artêşa Tirkîyê wek xeterîyeke din tê dîtin û CPT dibêje ku wê raporta xwe li ser gefên Tirkîyê pêşkêşî rêxistinên navnetewî kiriye.

XS
SM
MD
LG