Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Gundewarên Dêrezorê 3 Kes Dibin Qurbanê Şer û Pevçûnên Eşîran


Wêne Arşîv
Wêne Arşîv

Li bajarokê el Şuhêl yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, di encama şer û pevçûnên eşîran de 3 welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Parêzgeha Dêrezorê, di encama şer û pevçûnên eşîrî di navbera endamên eşîra "Newfel" û "Talaa" de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.

El-Şuhêl li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) de ye li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, li wê herêm jiber nakokiyên di navbera her du eşîran de pevçûn hertim berdewam dikin.

Jiber bêserûberî û aloziyên di nava eşîr û binemalan de û belavbûna çekên bê kontrol gelek sivîl bûne qurbana wan şer û nakokiyan.

Li gorî çavkaniyên Çavêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR), li wê herêma Dêrezorê ku li dikeve Herêmên Rêveberiya Xweser û li jêr kontrola HSDê de ye ji destpêka îsal ve, hejmara şerên rûdane gihîştiye 37 şeran û di encamê wan şer û pevçûnan de 19 kes hatine kuştin di nava kuştiyan de jinek û zarokek jî hene, herwiha 94 kesên din jî birîndar bûne li herêmê bi giştî şer û tolhildanên êrîş û malbatan dom dikin.

Ji encama şer û pevçûnên li herêmê bi giştî çêbûne û hejmara qurbaniyên wan wehane;

Li Dêrezorê 26 şer û pevçûn çêbûne 5 kes hatine kuştin di nav de zarokek jî hebû, û 52 kes jî birîndar bûn.

Li Reqayê 3 şer û pevçûn, di encamê de 8 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li Helebê 3 şer çêbûne, di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 14 kes birîndar bûn ku di nav wan de endamekî Asayîşê jî heye.

Li Hesekê 5 şer û pevçûn û di encamê de 5 kes hatine kuştin ku di nav de jinek jî hebû û 8 kes jî birîndar bûn.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG