Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Tevgera Vergerandina Jin û Zarokên Daişê Zêde Dibe?


Malbatên DAIŞê li Kampa Holê, beşa Biyaniyan
Malbatên DAIŞê li Kampa Holê, beşa Biyaniyan

Berpirsekî pilebilind yê desteya karê derve ya Rêveberîya Xwerser ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku di 6ê vê mehê de 22 welatiyên biyanî ji malbatên Daişê hatin vegerandin ji bo welatên wan.

Amerîka roja Sêşemê 11 welatîyên xwe ji bakur û rojhilatê Sûrîyê vegerandin ku di nav wan de pênc kesên nûgihiştî hebûn.

Xalid Îbarahîm, berpirsê doseya vegerandina malbatên Daişê di desteya karê derve de tekez kir ku 4 welatan, di nav de jî Amerîka, welatîyên xwe vegerandin.
"22 jin û zarok yên welatîyên Amerîka, Holenda, Fînlanda û Keneda hatin vegerandin ji bo welatên wan,"Îbrahîm got.

Tevgera Vegerandinê Zêde Dibe

Karbidestê Rêveberîya Xweser tekez dike ku welatên cîhanê ji bo doseya vegerandinê bi birîyar in ku welatîyên xwe vegerîn in.
"Atmosferek heye ku hemû welatên cîhanê yên têklidar welatiyên xwe yên zarok û jin ji kampên li bakurê rojhilatê Sûriyê vegerînin,"Îbrahîm got.
Amerîka serkêşîya koalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê dike, û bi vê gava vegerandina 11 welatîyên xwe li gorî ku çavdêr bawer dikin wê bandorekê ser tevgera vegerandinê bi gitşî bike.

Emced Kurdo şopînerê rewşa Daişê ye, bawer dike ku piştî Amerîka welatîyên xwe vegerandin, dê welatên din jî vê gavê bavêjin.

"Wek di şerê dijî Daişê de, Amerîka welatê herî giring e, di çareserkirina doseya malbatên Daişê de jî rola Amerîka ya herî giringe," Kurdo got.

Sala Borî 726 Jin û Zarokên Daişê Hatin Vegerandin

Li gorî amarên Rêveberîya Xweser di sala 2023an de, 726 zarok û jin ji malbatên biyanî yên Daişê radestî welatên cuda hatine kirin.13 welatên biyanî 555 zarok û 171 jin ji malbatên Daişê wergirtin.

Karbidestên rêveberîya xweser ji tevgera vegerandina malbatên Daişê yên biyanî ne razî ye, û doza damezerandina koalisyoneke navnetweyî sîyasî û mirovî taybet bi çareserkirina bermahîyên şerê Daişê dike.

"Bi rê ya avakirina koalîsiyoneke navdewletî ku bermahiyên Daişê bigre ser xwe û qurbaniyên ku di encamê şerê Daişê de çêbûne ber çav re derbas bike," Îbrahîm got.

Astengîyên Pêş Vegerandinê Çi Ne?

Li gorî raporteke Netewên Yekgirtî kampa Roj nêzîkî 3,000 kes di nav xwe de digire, ku 65% ji wan zarok in.

Li gorî amarên rêveberîya kampa Holê nêzîkî 43 hezar kes ji malpatên Daişê lê hene, bêtirî 30% zarok in.

Piraniya malbatên Daişê û yên biyanî di nav wan de hîn jî bi îdyolojiya tund ya Daişê ve girêdayî ne û wê digihînin zarokên xwe, û ev yek ji sedemên sereke ye ku malbatên biyanî yên Daişê red dikin ku vegerin welatên xwe yên dayikê.

Fransa heya dawîya sala 2023an de 169 zarok û 57 jin ji kampên Roj û Holê yên Rêvebirîya Xweser vegerandine, lê 80 jinên ku hîn li van kampan dimînin naxwazin vegerin.

"Gelek astengî hene, mîna astengiyên teknîkî, ewlehî, kesên pirnasname her wiha hin jî naxwazin vegerin welatê xwe ji ber ku hêjî girêdayî îdeolojiya radîkal ya Daişê ne,"Îbrahîm got.

Ji bilî redkirina vegerê, sedemên din jî hene, wek ku piraniya malbatên Daişê yên biyanî xwedîyên du nasnameyan in û welatên rojavayî nasnameya xwe ji wan vekişandin, ku ev yek jî dibe asteng li pêşiya vegerê.

WEB ZO ISIS FAMLY.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
XS
SM
MD
LG