Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşmerge Hesîrên Birîndar yên DAIŞê Derman Dikin


Brîndarekî Daişê ji aliyê Pêşmergan de tê dermankirin
Brîndarekî Daişê ji aliyê Pêşmergan de tê dermankirin

Di şerê Tilesqofê de, dema di heftiya borî de çekdarên Daiş êrîşeke mezin aniye ser hêzên Pêşmergan û jibo demkê bajarokê Tilesqof xistî jêr kontrola xwe.

Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê bi alîkariya hin şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî û erîşên esmanî karîbûn çekdarên Daişê ji bajarokê Tilesqof derxînin.

Di van şeran de ji her du aliyan kuştî hebûn, herweha leşkerekî Amerîkî di wî şerî de hatbû kuştin.

Di medya civakî de wêneyên van pevçûnan hatin weşandin. Di yek ji wan wêneyan de pêşmergeyek çekdarekî birîndar yê dîlgirtî derman dike.

Brîndarekî Daişê ji aliyê Pêşmergan de tê dermankirin
Brîndarekî Daişê ji aliyê Pêşmergan de tê dermankirin

Kesê ku di wêneyê de êxsîrê brîndar derman dike, pêşmergeyê dilxwaz Dilêr Sorkan Şêrokî ye.

"Em wek hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê girêdayî hemî prensîbên mirovatî û peymana Cenevre ya hesîrên cengan û şert û mercên şer an in."

Şêrokî dibêje, ew dema hesîran digirin, li gor yasayên navnetewî serederiyê ligel wan dikin.

Hevpeyvîna li gel Pêşmergê Xûbexş Dilêr Sorkan Şerokî.

Hevpeyvin li Gel Pêşmergê Xûbexş Dilêr Sorkan Şêrokî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00

XS
SM
MD
LG