Ajansa Mezopotamya ragihand ku îro Sêşemê 9 rojnamevan hatine desteser kirin.
Li gor ragihandina Ajansa Mezopotamya operasyonên desteserkirina rojnamevanan li Stenbol û Enqere û Ruha çêbûne.
Di nav rojnamevanên desteserkirî de xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yeni Yaşamê hene.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyanîyekê desteserkirina rojnamevanan şermezar kir.
DEM Partî dîyar kir ku desteserkirina rojnamevanan ‘’destpêka konsepteke nû ya êrîşan’’ e.
‘’Bi salan e operasyon û êrîşên li ser medyaya Kurdan nîşana hazirîya êrîşên mezin û berfireh yên dijî gelê Kurdan e.’’
Wê partîyê bi bir xîst ku medyayê 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevanîya Kurdî pîroz kiriye û dîyar kir ku desteserkirinên li vê demê rast hatine nîşana helwestên dijminane ne.
Komela Rojnamevanan ya Dîcle-Firatê ragihand ku li rojnamevanên desteserkirî hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexe kirin.
Komelê dîyar kir ku jiber biryara ser dosyeyê ew niha nikarin sedema desteserkirinê hîn bibin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, Komela Rojnamevanan ya Dîcle-Firatê