Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên DEM Partî Dibêjin Ew bi Awayekî Erênî li Çêkirina Qanûneke Nû Dinêrin


Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulla
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulla

Hûrgilîyên danûstandinên Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) eşkere dibin.

Kurtulmuş hefteya borî jibo danûstandinên ser qanûna bingehîn ya nû serdana DEM Partî kiribû.

Ji DEM Partî, hevserokên partîyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û cîgirên serokê koma partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî beşdarî di civînê de kiribûn.

Malpera Artı Gerçekê ji zarê karbidestên payabilind yên DEM Partî ragihand ku rêvebirên partîyê ji Kurtulmuş re gotine ku pêdivîya Tirkîyê bi qanûneke bingehîn ya nû heye û bi awayekî erênî li guherandina qanûnê dinêrin.

Karbidestên ku navên wan nehatine eşkere kirin ji Kurtulmuş re bal kişandine ser girtina partîyan, nîqaşên derbarê erkdarkirina qayuman û gotine ku divê li Tirkîyê zemîneke demokratîk çêbe.

Rêvebirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê dibêjin ku parlamana niha 95 ji sedê civakê temsîl dike û bi vê şikla xwe jiber ku dişibe meclîsa avakar dikare qanûneke bingehîn ya nû çêke.

Nûnerên DEM Partî dîyar dikin ku ew naxwazin piştgirîyê bidin wê peyvajoya qanûna nû ku bi tenê di berjewendiya AKP’ê be, lê dibêjin ku ew dixwazin destekê bidin gavên demokratîk.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ku rêberê opozîsyona serekî ye, di rojên borî de serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Ozel do Sêşemê jî çû serdana Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçeli.

Medya û sîyasetvanên Tirkîyê dibêjin ku li welêt peyvajoyeke normalkirina peywendîyan destpê kiriye û ew dikare rê li ber çêkirina qanûneke nû ya bingehîn veke.

Jêder: Artı Gerçek, Haber Turk, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG