Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên DEM Partî Hejmara Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Hatine Erkdarkirin Rexne Dike


Komela Ziman
Komela Ziman

Parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser hejmara kadroyên nû yên jibo mamosteyên zimanê Kurdî hatine erkdarkirin bertek nîşan dan.

Wezareta Perwerdê ya Tirkîyê ragihandibû ku wê 20,000 mamosteyên nû werin erkdar kirin ku ji wê hejamrê hemiyê tenê 10 yên zimanê Kurdî ne.

Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli ji X’ê dîyar kir dewleta Tirkîyê bi kêmkirina kadroyên jibo zimanê Kurdî rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî digire.

‘’Li vî welatî eger Kurd bacên xwe didin mafên wan heye ku ew bi zimanê xwe perwerdeyê bibinîn.’’

Varli dîyar kir ku sîyaseta Tirkîyê bi tenê demên hilbijartinan hebûna zimanê Kurdî bi bîr tîne û got ku ewê têkoşîna jibo perwerdeya bi zimanê zikmakî bidomînin.

Parlamanterê DEM Partî yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu jî dîyar kir ku daxwaza jibo dersa zimanê Kurdî zêde ye, lê kadro hindik in.

Gergerlîoglu ji X’ê got ku di 10 salan de 189 mamosteyên zimanê Kurdî hatine erkdar kirin û ew jî li gor daxwazên jibo zimên kêm dimîne.

Parlamanterê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren jî jibo Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn bibersîvîne pirsnameyek hazir kir.

Di pirsnameyê de Eren sedemên kêmbûna kadroyên zimanê Kurdî û astengkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî dipirse.

Kurdî sala 2012’an bi ‘’Ziman û Lehçeyên Zindî’’ wek derseke bijartinê ket plana Wezareta Perwerde ya Tirkîyê.

Li Tirkîyê xwendekarên dibistana navîn yên polên 5, 6, 7 û 8 dikarin bi Kurmancî û Zazakî yên Kurdî dersan bistînin.

Sazîya Perwerdeyê ya Bilind ya Tirkîyê sala 2011’an Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî pejirand û li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlig û Dêrsimê beşên zimên vebûn.

Ji wê demê vir ve her sal bi qasî 100 xwendekar ji wan zanîngehan der diçin û bawernameyên xwe werdigirin.


Jêder: X, Gazete Duvar, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG