Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebubekir El Bexdadî li Kû Ye?


Ebubekir El Bexdadî
Ebubekir El Bexdadî

Li gor karbidestên Amerîkî û Îraqî, serokê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî fermandarên xwe li dû xwe hiştine û li çolê xwe vedişêre, lê tam nayê piştrastkirin ku ew li kû ye.

Jêderên îstîxbaratê yên Amerîka û Îraqê dîyar dikin ku peywendîya di navber fermandarên payabilind yên rêxistina tundrê qut bûye û jiber têkçûna li Mûsilê jî Bexdadî ji wî bajarî derketîye.

Jêder dibêjin ku jiber ku bala herkesî li ser Bexdadî ye, ew kêm caran telefon yan înternetê bi kar tîne. Tê guman kirin ku Bexdadî li şûna ku bi fermandaran re bimîne, li çolê, li mala sîvîlên ku piştgirîya wî dikin dimîne.

DAIŞ li Mûsilê têk diçe

Dema hêza DAIŞ’ê xurt bû, desthilata wê li Îraq û Sûrîyê li ser bi mîlyonan kes hebû.

Hêzên Îraqî ku Amerîka piştgirîya wan dike, jibo ku Mûsilê ji dest DAIŞ’ê bistînin 5 mehên berê dest bi operasyonê kirin.

Ji dagirkirina Îraqê ya di sala 2003’an de vir ve cenga herî giran hêdî hêdî dom dike. Bi hezaran sîvîl jiber şer mexdûr bûne.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqê ku ji 100 hezar kes pêk tê, rojhilata Mûsilê di meha Rêbendanê de bi dest xistin û meha borî jî jibo rojavayê bajêr dest bi operasyonê kirin.

Li ser sosyal medyayê ne çalak in

Çavkanîyên îstîxbaratê didin zanîn ku parvekirinên DAIŞ’ê yên li ser sosyal medyayê pir kêm bûne û dibêjin ku ew jî nîşan dide ku peywendîyên kesên ji derdora Bexdadî qut bûne.

Bexdadî ji Mijdarê vir ye ti peyam neweşandine.

Ji wê çaxê şûnde DAIŞ’ê derbarê êrîşên xwekuj yên li Îraq û Sûrîyê daxuyanî dan, lê rêxistinê qala Mûsilê nekir. Ne Bexdadî ne jî cîgirên wê jibo ketina rojhilata Mûsilê ti daxuyanî nedan.

Hejmara peyamên DAIŞ’ê li ser Telegram’ê daketin. Ji 2014’an vir ve li ser hesabê wê yê Twitterê aktîfbûn ji 45% kêm bû. 360 hezar hesabên Twitterê yên rêxistina tundrê hatin cemdiandin, yên nû hatin vekirin di du rojan de hatin girtin.

Hêzên Îraqî bi piştgirîya Amerîka nêzikî mizgefta ku Bexdadî ji wir xîlafeta xwe ragihandibû dibin.

Operasyona Reqa ji ya Mûsilê çetintir e

Şêwirmendê hêzên Îraqî û nivîsakarê ‘’Cîhana DAIŞ’ê’’, Hîşam El Haşimî da zanîn ku ji 6 hezarî zêdetir cîhadîyên ku jibo berevanîya Mûsilê li wî bajarî mabûn hatin kuştin.

Generalê Hêzên Ezmanî yê Amerîka Matthews Isler ji Ruters’ê re dîyar kir ku hin çekdarên DAIŞ’ê hewil didin ku ji Mûsilê birevin.

‘’Ev lîstik xelas, ew di şer de têk çûn û tiştên em niha dibînin gavên derengmayî ne’’ Islar got.

DAIŞ hçiqas bi têkçûna li Mûsilê, li Îraqê diqede jî karbidestên Amerîkî û yên Îraqî li gor xwe jinûve xurtkirina rêxistinê xwe amade dikin.

‘’Xîlafet’’ li Sûrîyê jî piştî Reqa were sitandin dê li wî welatî biqede.

Reqa ji Mûsilê pir biçûktir e, lê operasyonên li dijî DAIŞ’ê li Sûrîyê ji Îraqê çetintir in. Çinku dijminên rêxistinên tundre di nav xwe de jî şer dikin.

Bes dîsa jî DAIŞ, li hember Kurdên ku Amerîka piştgirîya wan dike, Artêşa Sûrîyê ya ku hevalbendê wê Rûsya ye û serhildayên ku Tirkîye alîkarîya wan dike xwe bi şûnde vekişand.

Yek ji generalên koalîsyona ku Amerîka wê pêşengîya wê dike, Rupert Jonse got ku li ber e ku rêxistin bi temamî têk biçe ku rêberên rêxistinê tenê hewil didin ku sax bifilitin.

Bexdadî were kuştin jî DAIŞ naqede

Rapora fermî ya dawî ya ser Bexdadî di 13’ê Sibatê de hatîye hazir kirin. Firokeyeke F-16 ya Îraqê dema Bexdadî û fermandarên wî li maleke nêzî Sûrîyê di civînê de bûn êrîş li dar xist.

Li gor Haşîmî, Bexdadî yê ku navê wî yê rast Brahîm El Samarraî ye, li çolê pirtir diçe bakurê Ferêt ku li wir eşîrên Ereb û Sunî hene.

‘’Ew ji berê de herêma wan e, kesên li wir nas dikin, xwarin vexwarinê li wir zûtir dibînin’’ Haşîmî got.

Rêvebirîya Amerîka jibo ku Bexdadî were girtin ji hêzên taybet, Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) û servîsên din yên îstîxbaretê hêzeke hevpar çêkiriye.

Lêbelê, jêderên îstîxbarata Amerîka dibêjin ku piştî Usama bîn Ladîn di sala 2011’an de hatiye kuştin, Bexdadî jî li gor wê tedbîr sitandine.

Bexdadî navê kesê ku dê derbasî şûna wî be eşkere nekiriye, lê li gor çavkanîyên îstîxbarata Îraqê, Iyad El Obaîdî ku di dewra Sedam Huseyin de karbidestê ewlekarîyê bû, cîgirê wî yê nefermî ye.

Bi êrîşên ezmanî yên koalîsyonê heta niha ji 40’î zêdetir fermandarên payabilind yên DAIŞ’ê hatine kuştin, lê pisporên ewlekarîya Îraqê dibêjin, ku Mûsil were sitandin û Bexdadî û cîgîrên wî werin kuştin jî dê berxwedana DAIŞ’ê dom bike.

XS
SM
MD
LG