Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Washington û Çend Bajarên Din Rojgirtin Çêdibe


Îro Duşemê danê piştî nîvro li paytexta Amerîkî Washington û çend bajarên din li Kanada û Meksîkayê rojgirtineke tevahî çêdibe.

Rojgirtin çêdibe dema ku Heyv bi tevahî dikeve di navbera Erd û Rojê de û di encamê de tavê dinixumîne. Ji wê prosesê re tê gotin: Rojgirtina Tevahî. Gelek caran jî ev yek çêdibe bêyî ku bi tevahî rojê binixumîne.

Cara dawî ku rojgirtinek li Amerîka çêbû sala 2017’an bû. Ajansa NASA dibêje ku piştî rojgirtina roja Duşemê heta Tebaxa 2044’an êdî ev diyarde li Amerîka çênabe. Lê zanyar pêşbîn dikin ku sala 2026’an rojgirtinek li esmanê Greenland, Îspanya û Iceland derkeve.

Li gor zanyaran, rojgirtina tevahî ya Duşemê dê li her deverekê dora 4 xulek û 28 çirkeyan bidome. Rojgirtina devera Washington saet 2:04 yê paş nîvroyê destpê dike.

Tê çaverêkirin ku rojgirtin li beravê Meksîka yê Pasîfîk destpê bike û li 15 wîlayetên kêşwera Amerîkî berdewam bike, berî ku li esmanê Kanadayê bidawî bibe.

Bi milyonan kes li Amerîka, Meksîka û Kanadayê xwe jibo dîtina rojgirtinê amade kirine.

Dengê Amerîka wê ji nêzîk ve rojgirtina li Washington bo we bişopîne. Li bendê bin.

Jêder: AP, Washington Post

XS
SM
MD
LG