Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamosteyên Kurd Hember Xeterîya ji Kardûrxistinê Dest bi Çalakîyan Dikin


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, roja Yekşemê di serdana xwe ya Amedê de gotibû ku 14 hezar mamosteyên li herêmê wê ji kar werin dûrxistin, bi hiceta ku peywendîya wan bi PKK’ê re heye.

Li ser vê daxuyanîyê mamosteyên herêmê dest bi çalakîyan dikin. Sendîkaya kedkarên perwerdehîyê ku bi navê Egitim-Senê tê naskirin, li herêmê çalak e û tenê li Amedê 9 hezar endamê wê hene. Ev reqam li bajarên Kurdan di dora 20 hezaran de ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi hezaran mamoste di dema qedexeyan de li dijî şer, pevçûn, qedexe û operasyonan, 29’ê meha 12 de çalakîyek çêkirin û ew roj jibo protestoyê neçûn ser kar. Niha tê gotin ku lêpirsîn di derbarê mamosteyên ku beşdarê wê çalakîyê bûne, hatiye vekirin.

Hevserokê Egitim-Sen ya Amedê Îkram Atabay behsa vê xeterîyê dike û dibêje di 1ê Îlonê de bi qanûnekê 50 hezar kes di şevekê de ji kar hatin derxistin.

“Ti kes li dijî wê neheqîya ji kar avetinê derneket. Hikumet jî pişta xwe ji vê bêdengîyê digire. Sendîka me di nav konfederasyona KESKê de hêzeke mezin e û dixwazin darbeke girna li sendîka me bixin. Ger 14 hezar mamoste ji kar werin derxistin, di nav civakê de dê bibe sedema birînên kûr."

Hêjayî gotinê ye mamosteyan xwest ku i hember vê hewildanê xwepêşandanek jî çêkin, lê polîsan ew asteng kirin.

KHF_9_8_16_Egitim-Sen
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG