Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsa Têkoşîna Dijî Terorê ya Amerîka Serdana Tirkîyê Dike


Berpirsa Têkoşîna Dijî Terorê ya Wezareta Derve ya Amerîka Balyoz Elizabeth Richard îro Duşemê serdana paytexta Tirkîyê Enqerê dike, jibo şewirên ser têkoşîna her du welatan ya dijî terorê.

Serdana Balyoz Elizabeth Richard ji alîyê wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke niviskî hat ragihandin.

Amerîka û Tirkîyê di Adarê de, di civînên Mekanîzmaya Stratejîk ya Washington DC de, şêwirên dijî terorê jinûve dan destpêkirin.

Wezareta Amerîka ragihand ku Balyoz Richard wê bi hevtayên xwe yên Tirk re hevdîtinan bike da ku hevkarîya Washington û Enqerê ser dijî terorê berfireh û xurt bikin.

“ Jibo astengkirina rêwîtiya terorîstan; têkoşîna torên girêdayê terorê yên ku tevlîz tawanên rexistinkirî dibin; li Sûrîyê û Îraqê têkbirina rêxistinên terorê yên wek PKK, DHKP-C û DAIŞ’ê were piştrast kirin; û jibo hevkarîya ser rûbirûbûna xeterîya DAIŞ û el-Qaîde, yên ku hebûnên xwe li Afrîqa û Asyaya Başûr û Navîn didomînin,” wezaretê got.

Wezaretê hevdem bal kişand ku Balyoz Richard wê bi karbidestên Tirk re tekoşîna dijî binpekirina rêkên darayî yên cîhanî jî gotûbêj bike, yên ku ji alîyê rêxistinên terorîst ve têne kar anîn.

Hêjayê gotinê ye ku wezareta derve ya Tirkîyê heya niha di derbarê serdana Balyoz Richard de, tî daxuyanî parve nekiriye.

Jêder: Wezareta Derve ya Amerîka

XS
SM
MD
LG