Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Nûçeyên Ser Jîna Emînî Çêdikin bi Zextên Îranê re Rûbirû Dimînin


Rêxistinên mafên mirovan dîyar dikin rojnamevanên dikin ku doza ser mirina Jîna Emînî li cîhanê deng vede bi zextên karbidestên Îranê re rûbirû mane.

Jîna Emînî ya 22 salî sala borî jiber binpêkirina qanûnên tund yên cilan binpê kiribû li Tehranê hatibû girtin û 16’ê Îlonê canê xwe ji dest dabû.

Bi mirina Emînî re li Îranê pêla protestoyan destpê kir û bi mehan dom kir.

Pisporên Îranê dibêjin ku ji Şoreşa 1979’an vir ve Îran bi yek dijwarîyên herî mezin re rûbirû ma.

Komeke çavdêr dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê yên Îranê jiber protestoyan bi hezaran kes girtin û ji wan bi qasî 80 kes rojnamevan in.

Li gor çavdêrên, karbidestên Îranê bi taybetî zext birine ser wan rojnamevanan ku derbarê mirina Emînî nûçe çêkirine.

Mala Jîna Emînî dîyar dike ku keça wan hatiye kuştin, lê karbidestên Îranê vê gotinê red dikin.

Îranê heftyekê piştî mirina Emînî, Nîlufer Hamedi ya 29 salî girtibû ku ew rojnamevana Şerqê çûbû nexweşxaneya Emînî têde bû.

Nîlufer Hamedî piştî mirina Emînî eşkere bûbû wêneyekî şîna mala wê ji medyaya civakî weşandibû.

Rojnamevaneke din, Elahe Mihemedî ya 36 salî jibo merasîma binaxkirina Emînî çû Saqiz ya li rojavayê Îranê. Di merasîmê de protesto li dar ketin û Mihemedî 29’ê Îlonê hat girtin.

Hamedî û Mihemedî ji wê çaxê vir ve girtî ne û her du jî bi binpêkirina ewlekarîya neteweyî têne tawanbar kirin.

Her du rojnamevanan jî van tawanbarkirina red dikin.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ser rojnamevanên girtî dibêje ku Îran zexteke giran dibe ser medyayê û dîyar dike ku Tehran agahîyên pêbawer red dike.

Weqfa Dadmendîyê ya Clooney (CFJ) xelata îsal da Nilufer Hamedî û Elahe Mihemedî.

CFJ ragihand ku her du Hamedî û Mihemedî, mirina Jîna Emînî ji veşartinê xelas kirine û rojnamevanîyên bê tirs nîşan dane.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG