Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Êrîşa Ser Hewlêrê Dixwaze Çi Peyam Bide?


Xanîyekî ku bûye armanca êrîşên mûşekî yên Îranê
Xanîyekî ku bûye armanca êrîşên mûşekî yên Îranê

Derengîya şeva Duşemê 15ê Çileya 2024ê, pasdarên Şoreşa Îranê bi mûşekan êrîşî Hewlêrê kirin û di encamê de li gor daxuyanîya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, herî kêm 4 welatîyên sivîl hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî wê êrîşê, Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsatîya êrîşê girt ser xwe û ragihand ku wan baregeha Mosadê li Herêma Kurdistanê aramanc girtîye û wêran kirîye. Lê rastî derket holê ku êrîş li ser mala karsazê Kurd yê naskirî Pêşrew Dizeyî pêkhatîye û kesên hatin kuştin û birîndar bûne ew û endamên malbata wî bû, wê şevê tenê mêvanekî wan hebû ew jî Kerem Mîxail, karsaz û welatîyê Îraqî - Brîtanî bû ku wî jî di bûyerê de jîyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê bertekên herêmî û navnetewî derketin holê, Serokwezîrê Îraqê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema li Davosê bûn ew êrîş şermezar kir û civîna plankirî ya bi Wezîrê Derve yê Îranê re hat betal kirin.

Serokwezîrê Îraqê demûdest Şêwirmendê xwe yê ewlekarîya netewî Qasim Al A'rajî wezîfedar kir ku here cîyê bûyerê û lêkolîn bike.

Reaksyon û şermezarkirina êrîşa mûşekî ya Îranê ya ser Hewlêr çend roj in di rojeva Herêma Kurdistanê, Îraqê û sazîyên navnetewî de ye, Amerîka, Brîtanya, Komkara Erebî, Papayê Vatikanê, Netewên Yekbûyî ew êrîş şermezar kir.

Jibo nirxandin û gotûbêja derbarê encam, sedem û derencamên wê êrîşa Îranê li dij Herêma Kurdistanê Dengê Amerîka di mijara rojê da mêvandarîya sê pisporên rewşa herêmê kir, ew jî;

Dr. Serbest Nebî, pisporê sîyaseta Rojhilata Navîn û profesorê zanîngehê ji Hewlêr. Mamend Roj, pisporê pirsên stratejî û sîyaseta Îranê ji Fransa û Mihemed Amir Dêrşewî, şîrovekarê sîyasî û mamosteyê zanîngehê li Duhokê.

Dr. Serbest Nebî pêşî li ser helwesta Hikûmeta Îraqê li hember êrîşê rawestîya û got"Vê carê helwesta Îraqê baş bû dengê wan berztir bû, wêrektir bû," wî got ku em ne di wê bawerê de bûn ku Serokwezîr û hikûmeta Bexda weha tevbigerin, bangî baloyozê xwe yê li Tehran kir, herwiha li gor daxwaza Îraqê Komkara Erebî jî nameke tund ya şermezarkirina êrîşê ragihand.

Dr. Serbest weha dibîne ku ev helwestên Îraqê li hember Îranê dê bibe sedem ku eger di siberojê de Îranê xwest tiştek din yê weha bike divê hesabê xwe bike.

Serbest got, ev tevgerên Îranê weha nîşan didin ku "Îran dixwaze berî şerê li Gazayê bidawî bibe, çekê xwe yê atomî ragihîne."

Mamend Roj pisporê pirsên Îranê û yên stratejî li herêmê bal kişand ser lawazîya navxweya Îranê û got ku "Piştî êrîşa Kermanê, di warê ewlehî de di warê emnî de xerqekî mezin di hindurê Îranê de çêbûye, derbek mezin xwar di hindur de, di warê ewlehîyê de gelek dîwar şkestin, gelek bawerî şkestin."

Roj weha dibîne ku "ji dema bûyera Kermanê li hedefekê digere, pêşî wê Herêma Kurdistanê hedef girt, bi taybet Îdareya Hewlêr, em dibêjin Îdare jiber ku ev rastîyeke Îdarek li Hewlêr e ku dibe armanca Îranê û Îdara Silêmanîyê jî heye ku dibe armanca Tirkîyê."

Roj dibêje "Îran di hindurê xwe de dikele, dosya hindur û fayla hindur ya Îranê giringe, heta eger bibe xwedî çekê atomî jî nikare dosya hindur ragire."

Roj herwiha got, "Lawazîya Îranê di hindurê wê de ye, hûnê bibînin çend salên din wê di navxweya Îranê de dîsan biteqe, jibo ku ev teqîn çênebin, herdem hewil dide, enerjîya navxweyî arastey derve bike."

Dr. Serbest Nebî jî tevlî nêrîna Mamend roj dibe û dibêje ku êrîşa ser Hewlêr bi rewşa navxweyî ya Îranê ve girêdayî ye û got ku "Îran di nava xwe de lawaz bûye", gotineke Jean-Paul Sartre weke mînak tîne dema dibêje, "nek em bihêz in، em liberxwe didin, em liberxwe didin jiber em ji nav de dimirin, lewan dixebtîn ku bijîn." Îran jî weha dike Nebî got.

Mihemed Amir Dêrşewê şîrovekarê sîyasî derbarê êrîşê got "Îranê demek destdayî hilbijart û aqlê xwe yê jîr bi ka ranî û xwest bi êrîşa ser Hewlêr nameya xwe bigehîne, Amerîka, herêmê û cîhanê."

Dêrşewî di axiftina xwe de balkişand ser temaakarîya Îranê li herêmê û zêdekirina baladestîya xwe û pêkanîna hevpeymanîyên nû û kontrol kirina derwazeyên avî û dêmî û girêdana herêma rojhilata navîn bi asya dûr, Çînê, Rûsya û Hindistanê ve, wî behsa bîroka serokê berê yê Îranê Akbar Hashemi Rafsanjani kir û weke mînak tîne dem ku projeya xwe ya "Îran dilê dinyayê ye," ragihandî.

Dêrşewî dibîne ku Îran dixwaze hevpeymanîyê bi Çînê re çêke û rê li ber "Mîrê avên deryayî" ku niha Amerîka ye bigire.

Nirxandina Êrîşên Îranê yên Ser Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:40:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG