Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hevdîtina Erdogan ya Biden re Hatiye Betal Kirin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden, 11 Tîrmeh,2023 Vilnıus, Lîtvanya
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden, 11 Tîrmeh,2023 Vilnıus, Lîtvanya

Ajansa nûçeyan Reuters îro Înê ragihand ku hevdîtina Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi serokê Amerîka Joe Biden hatiye betal kirin. ya di 9’ê Gulanê de, hatiye betal kirin.

Jimareke karbidest û medya Tirk ev demeke radigahandin ku Erdogan wê di 9’ê Gulanê de serdana Washington DC bike û li Qesra Sipî bi Biden re hevdîtinê bike.

Lê, Revebirîya Biden ev ragihandinbi fermî ti carî piştrast nekiribûn.
Reuters ev agahî ji zarê jêderekî Amerîkî û karbidestekî Tirk ragihand.

Li gor ragihandina wî karbidestê Tirk ku nexwestîye navê xwe eşkere bike, ne dîyar e jiber çi sedemê serdana Erdogan ya Washington, DC û hevdîtina wî ya Biden re hatiye betal kirin.

“Wê di demek nêz de rojek nû were dîyar kirin,“ karbidestê Tirk ji Reutersê re got.

Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê dîyar kir ku civîna di navbera her du serokên welatan, -hevbendên NATO - de ti carî bi fermî nehatiye ragihandin.

Berdevikên Qesra Sipî û wezareta derve ya Amerîka jî heya niha ser ragihandinên îro ti daxuyanî nedane.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî derbarê ragihandinên betalkirinê de ku berî niha ji alîyê Bloomberg ve hatibû ragihandin, heya niha ti daxuyanî nedaye.

Ger Erdogan bihata Washington pêk bihata, ewê ji sala 2019an vir ve biba serdana yekê ya serokê Tirk, ku li Qesra Sipî bi Serokê wê demê Donald Trump re, hevdîtin kiribû.

Herwiha ger hevdîtin pêk bihata , wê biba civîna Erdogan û Biden ya li Qesra Sipî. Her du serokan herî dawî li Hilcivîna NATO ya li Lîtvanya di Tîrmeha 2023ân de, civîbûn.

Şîrovakar dibêjin ku Enqere û Washington hewl didin ku peywendîyên xwe ji nûve ava bikin,yên ku jiber gelek kêşayan aloz bûne;

Peywendîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê jiber hevbîrnebûnên ser gelek mijaran demeke dirêj e ku kêşebar in.

Şîrovakar dibêjin ku di mehên dawî de ti peywendîyên her du welatan de nermbûnek xuya dike, piştî ku Enqerê endamtîya Swêdê ya bo NATO’yê pejirand.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG