Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dîbeje Peywendîyên Tirkîyê û Îraqê Derbazî Qonaxeke Nû Dibin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî, Bexda, 22 Nîsan,2024.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî, Bexda, 22 Nîsan,2024.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê li Bexdayê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re dîyar kir ku peywendîyên di navbera her du welatan derbazî qonaxeke nû ya xurttir dibin.

"Min bawerîya xwe parve kir, ku hebûna PKK'ê ya li Îraqê wê biqede. Me ser gavên hevpar yên ku em dikarin dijî PKK'ê ya rêxistina terorê bavêjin û pekhatîyên wê yên ku Tirkîyê armanc dikin, gotûbêj kirin." Erdogan got.

Erdogan bû reberê yekê Tirkîyê ku ji 2011’an ve serdana Îraqê dike, piştî bi têkilîyên alozdar yên bi salan, bi taybet jiber operasyonên Enqerê li dervayî sînor ku dibêje ew mîlîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike armanc.

PKK’ê di 1984’an hember dewleta Tirk çek rakir û Enqere, Yekîtîya Ewrupa û Washington PKK wekî rêxistineke terorîst dibînin,

Pevçûnên PKK û dewletê demeke dirêj li rojhilata başûrê Tirkîyê çêdibûn, lê êdî pirtir li çiyayên Kurdistana Îraqê pêk tên

Tirkîye ji 2009’an vir ve li bakurê Îraqê dijî şervanên PKK’ê opersyoneke bi navê ‘’Pençe’’ dimeşîne, dema êrîşên dronî jî dike.

Erdogan bi serokê Îraqê Ebdulletîf Reşîd re jî hevdîtineke kir.

Reşîd ji Erdogan re got ku Bexda ser şerê dijî terorê piştgirîya xebata hevbeş û hevdem dijî wê yekê ye ku axa wê jibo êrîşên ser welatên cîran were karanîn.

Serokê Îraqê hevdem balkişand ku ew dijî her êrîşekê li ser axa xwe ne.

Piştre, ofîsa Erdogan bî daxuyanîyeke bang li Bexdayê kir û got ku "divê Îraq hemû cureyên terorê ji holê rake."

Berdevkekî hikûmeta ragihand ku, hebûna endamên PKK’ê li Îraqê ne kêşe ye, heta ku ew tevlî çalakîyên siyasî nebin û çekan hilnegirên.Lê, wî zêdetir hûrgilî eşkere nekir.

Sudanî, dîyar kir ku her du welat wê jibo xurtkirina ewleîiya sînoran hevkarîyê bikin û ewê dijî komên çekdar yên ku dikarin bi rêxistinên terorîst re bixebitin, tevbigerin. Wî bi taybet behsa PKK’ê nekir.

Piştî hevdîtina Erdogan û Sudanî ya li Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê, di navbera Tirkîyê û Îraqê de 26 peymanên hevkarîyê hatin îmza kirin.

Sudanî ragihand ku herwiha di navbera her du welatan de, "Peymana Çarçoveyê ya Hevkariya Qada Avê "ya 10 bo salan û "Têgihiştina Çarçoveya Stratejîk" jî hatine îmza kirin; ku di nav de ser ewlekarî, bazirganî û enerj ewlekarî, bazirganî û enerjîyê yê de 24 peymanên hevkarî yên cuda hene.

Herwiha îro li Bexdayê bi mazûvanîya Erdogan û Sudanî de, di navbera Tirkîye, Îraq, Qatar û Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî de Îmarata Erebî de, peymaneke çaralî jî hat îmza kirin, jibo hevkarîya hevbeş ya di projeya Rêya Gêşedanê ya Îraqê, ku bi 17 milyar dolarî ye.

Ev proje sala borî hat eşkere kirin; çekirina rêyên bejayî û hesinî yên bi 1.200 km têne armanc kirin da ku Îraq bibe navendeke derbazbûnê, Asya û Ewrupayê bi hev re girê bide, ku li başûr Bendera Grand Faw ya Îraqê li bakur bi Tirkîyê ve girê dide.

Li gor pêzanînên fermî yên Tirkîyê, di 2023’an de bi bazirganîya dualî ya di navbera Tirkîyê û Îraqê wek 19.9 mîlyar dolarî hatîye tomar kirin, ku li gor 2022’an de 24,2 mîlyar dolar, kêm bûye.

Di sê mehên ewil yên 2024’an de jî derfirotina Tirkiyê ya bo Îraqê ji sedî 24.5 zêde bû, dema derkirîn jî ji sedî 46.2 kêm bûye.

Piştî civînên li Bexdayê, Erdogan jibo hevdîtina bi karbidestên Herêma Kurdistanê çû Hewlêrê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG