Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa 368 Mîlyon Dolar Ceza li Kompanîya Tiktokê Birî


Kompanîya TikTok bi sedema binpêkirina rêbazên nepênî yên pêzanînan, ji alîyê Komîsyona Parastina Data ya Îrlandî (Data Protection Commission) bi 368 mîlyon dolarên Amerîkî hate ceza kirin.

Ev cara yekê ye ku TikTok jiber şikandina qanûnên xurt yên Ewrupî yên ser parastina pêzanînên nepênî cezayekî wiha digire.

Lêpirsîna Komîsyona Parastina Data derxist holê ku prosesa vekirina hesabekî nû yê TikTokê, profîla nû bi otomatîkî ji bîragiştî re vedibe anku hesabên nûvekirî ji alîyê karînerên derve tên dîtin ku û ew jî bo zarokên ji 13 salî biçûktir xeterîyan çêdike.

Dîsa, komîsyonê giheşt wê armancê ku taybetîya "family pairing" anku “cotkirina malbatî” bi têra xwe ne xurt bûye, loma hiştîye ku mirovên temenmezin ji karînerên 16 û 17 salî re, bê ku destûra wan hebe, “direct message” anku mesajên dîrekt bişînin.

TikTokê got ku ew bi biryarê qayil nabe û piranîya rexneyên li dijî wê nema watedar in jiber ku wêdi salên dawî de di platformê de guhertin kirine.

XS
SM
MD
LG