Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berîya Biryara 'Lîsteya Gewir', Tîma FATF Heftaya Borî Serdana Tirkîyê Kirîye


Logoya FATF
Logoya FATF

Ajansa Reuters ya nûçeyan ragihand ku tîmek ji Saziya Karûbarê Çalakîya Darayî (FATF), ku çavderîya tawanên darayî yên navneteweyî dike, serdana Tirkîyê kiriye, berîya ku sazî di Hezîranê de raporta xwe ya ser wî welatî eşkere bike.

Reutersê serdana FATF ya Tirkîyê ji zarê du jêderan ragihand. Ajansê got serdana ku wek ya "li qadê" tê bi nav kirin, nehatîye eşkerekirin heftaya borî pêk hatiye û pisporên FATF bi karbidestên payebilind yên Tirkîyê re hevdîtinên girîng kirine.

FATF ya bingeh li Parîsê ye, di 2021’an de Tirkîyê xistibû nava "lîsteya gewir," jiber şuştina dirav ya dijqanûnî û çend fîkarên din.

"Pêdivî ye ku Tirkîyê di pişesazîyên banka, firotina milk, zêr û cewher de, pirsgirêkên cidî yên çavdêriyê çareser bike, " Berpirsê Giştî Darayî FATF Dr. Marcus Pleye gotibû.

Tîma FATF di serdana heftaya borî de, di warên astengkirina şûştina pereyan û xemên ser fînansekirina terorê de, pêşketina Tirkîyê nirxandine, li gor ragihandina yek ji jêderan.

Heman jêderî got ku rapora tîmê wê bibe bingehê biryara FATF ya ku wê di 28'ê Hezîranê were dîyar kirin. Wezîrê darayî Mehmet Şîmşek ragihandibû, Enqere li ben deye ku FATF Tirkîyê ji lîsteya gewr," derxîne, ya welatên di bin çavdêrîya taybet de

FATF herî dawî di meha Sibatê de, di derbarê Tirkîyê de got ku li gor şopandina saziyê Enqerê bi giranî plana çalakîyê temam kiriye" û nirxandina li qadê hewve dike.

Xezîne û banka navendî ya Tirkîyê, heya niha bersîv nedane daxwazên şîrovekirina raportên serdana FSATF.

FATF ji hêla koma G7'an ya aborîyên pêşketî ve di 1989’an de hatiye damezrandin û di bin sîwana Rêxistina Pêşketin û Hevkarîyê ya Aborî (OECD) de ye, da ku sîstema darayî ya cîhanî biparêze.

Bilî Tirkîyê, 20 welatên din jî niha di lîsteya gewr ya FATF de cih digirin.
Lêkolîna IMF nîşan dide ku nebûna di lîsteya gewr de jibo welatan pir girîng e, jiber ku destnîşankirinek wiha dikare têkilîyên welatan bi bankên biyanî û veberhênerên ku li gor pîvanên FATF’ê tevdigerin, asteng bike.

Loma jî ger FATF di Hezîranê de Tirkîyê ji lîsteya gewr derxîne,dibe ku nirxên lîre û samanên Tirk zêde bibin, pispor dibêjin.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG