Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faîk Bulut: Li Lîbyayê Dibe Ku Tirkîye û Misir Şer Bikin


Lîbya jibo gelek dewletan bûye qadeke lîstikê û Rûsya di serî de, Tirkîye, Îtalya, Misir, Fransa û hin dewletên Ereb her yek li vê derê li gor berjewendîyê xwe sîyaseteke birêva dibin.

Lêkolînvan û nivîskar Faîk Bulut, Lîbyayê jibon van dewletan wek qada lîstikê bi nav dike.

Li gor Bulut, carna di nav van dewletan de hevkarî bê çêkirin jî lê ev hevkarî ne hevkarîyeke stratejîke.

Nivîskar Bulut, dema sîyaseta van dewletan ya ser Lîbyayê dinîrxîne, dîyar dike ku li Lîbyayê şerekî mezin tê meşandin.

Bulut di sibêrojê di navbera Tirkîyê û Misirê de jî şerekî pêkan dibîne.

“Di warê aborî û stratejîk de şera dabeşkirina Lîbyayê dê her roj zêdetir be. Dikarim bêjim ku di navbera Tirkîyê û Misirê de di sibêrojeke nêzîk de şerek xuya dike. Lê ev şer heke bibe jî bi balefire wê bê meşandin.”

Li gor Bulut, Tirkîye li Lîbyayê dixwaze ku di xeta dewleta Osmanî de biçe. Bulut Tirkîyê wek şiklekî dagirkerîya Osmanî dibîne.

“Dewleta Osmanî emperyalîst bû. Jibo wê jî Lîbya serî de hemû Bakurê Afrîqayê dagir kiribû. Aniha Tirkîye jî dixwaze ku wê xeta Osmanîyan jiûve saz bike. Lê hesabên Tirkîyê wek hesabên mal û bazarê hev û din nagirin. Jibo wê jî hin tiştan bi dest bixe jî, li Lîbyayê serkeftina Tirkîyê xuya nake.”

ED_07_22_2020_Faîk_Bulut
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00

XS
SM
MD
LG