Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Dibêje di Hin Mînakên di Şîrên ku Têne Firotin de Şopên Grîpa Çûkan Derketin


Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkî (FDA) ragihand ku di lêkolîneke netewî de hate dîtin ku ji yek ji pênc mînakên şîrên ku li bazaran têne firotin de şopên grîpa çûkan derketin.

FDA dibêje ku piranîya şîrên bi şopên grîpê ji deverên ku bi kerîyên bi nexweşketî hatine, lê ti delîl tuneye ku şîr jibo saxlemîya civakî xeter e yan jî di nava şîr de vîruseke zindî heye.

FDA derengîya Pêncşemê got ku hîn testên din pêdivî ne ku ew bizanin gelo bakterîya zindî hîn heye û ew hîn enfeksîyonî ye yan ne.

Ajansê di destpêka vê hefteyê de gotibû ku ger şîr were germ kirin ti xeterîya wî ya saxlemîyê namîne jiber ku bakterî û vîrusên zararmend di germahîyê de dimirin.

Wezareta Çandinî ya Amerîka ragihandibû ku li heşt eyaletan di nava ajalên ku şîr didin de, bûyerên grîpa çûkan hatine dîtin.

Wezareta Çandinîyê dabû zanîn ku tenê merivek, ku ew jî karkerekî cotkarî yê ji Teksasê ye bi grîpa çûkan ketiye. Rêvebirîya saxlemî ya Teksasê jî ragihand ku rewşa wî kesî baş e û tenê di çavê wî de enfeksîyon heye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG