Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Rizgarkirina Felucê Berdewam Dike


Rêberên leşkerî yê Îraqî dibêjin, hêzên ewlekarî îro Duşemê ji çend alîyan dest bi operasyoneke berfireh kir ku bajarê Felucê ji DAIŞê rizgar bikin.

"Me vê sibe zû dest bi operasyona xwe kir ku têkevin Felucê," Sabah al-Norman, berdevkê artêşa Îraqî ji AFP re got.

Bi destpêbûna şer xem û fikarên ser ewlehîya sîvîlên ku li bajarê bin kontrola DAIŞê asê mane, jî zêde dibe.

Leşkerekî Îraqî yê bi navê Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku çekdarên DAIŞê gelek bombe danane ser rêyan û êrîşvanên xwekujî jî bi kar tînin.

Feluce bajarekî Sunî ya Îraqê ye ku bo dema herî dfirêj di destê DAIŞê de maye û bawerî heye ku şervanên wê rêxistinê bi kûrahî di nav civaka bajêr de cîh girtine.

XS
SM
MD
LG