Karbidestên Slovakî ragihand ku serokwezîr Robert Fico, ku îro Çarşemê piştî civîna wezîran bi êrîşeke çekdarî giran birîndar bû, di rewşeke krîtîk de ye û jibo jîyanê li ber xwe dide.
Profîla Facebookê ya Fico radigihîne ku rewişa wî krîtîk e û jiber ku çûyîna ber bi Bratislava dirêj diajo wî bi helîkopterê dibin Banska Bystrica.
Medyaya Slovakya radigihîne ku Fico yê 59 salî li Mala Çandê ya Handlova hîn bi alîgirên xwe re kom dibûye ku bi çar guleyan rastî êrîşeke çekdarî hatiye.
Kanala herêmî TA3’ê ragihand ku bergumanek hatiye desteser kirin.
Servîsên lezginîyê radigihînin jibo Fico helîkopter hatiye şandin.
Fico ku bi sîyaseta xwe ya çepgir û populîst tê nas kirin, sala borî cara 4’an hat desthilatê.
Seroka Slovakya Zuzana Caputova êrîş şermezar kir.
Caputova dîyar kir ku ew bi êrîşê şok bûye û ew hêvî dike ku Fico di demeke kin de rabe ser xwe.
Serokê Amerîka Joe Biden ser êrîşê got ku ‘’kiryareke hovane ya tundûtûjîyê ye.’’
Biden dîyar kir ku balyozxaneya Amerîka bi hikûmeta Slovakya re danûstandinê dike û ew jibo alîkarîyê hazir in.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî ser êrîşê xemgînya xwe ragihand û ew bi tundî şermezar kir.
Jêder: VOA, Reuters, AFP