Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekgirtûya Îslamî: Têkiliyên Me û APK'ê Kevn in, Jiber Wê Fîdan Hat Serdana Me


Civîna Yekgirtûya Îslamî ligel Hakan Fîdan, Wezîrê derve yê Tirkiyê
Civîna Yekgirtûya Îslamî ligel Hakan Fîdan, Wezîrê derve yê Tirkiyê

Kargêrê Encumena Cîbicîkar ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YIK) ji Dengê Amerîka re ragihand, ku têkiliyên wan yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji mêje ne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro Pêncşemê li Hewlêrê ligel berpirsên payebilind yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Selahedîn Babekir, endamê encumena rêvebir ya Yekgirtûya Îslamî, ji Dengê Amerîka re got: "Pêwendiyeke me ya dirêj ligel Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) heye ku vedigere destpêka salên 1990î, vedigre bo sedema Partiya Rafah û Necmeddîn Erbekan."

Yekgirtûya Îslamî di sala 1994an de hatiye damezrandin û Selahedîn Behaeddîn serokatiya wê dike.

Partiya Dad û Geşepêdanê ku di sala 2001ê de ji aliyê Serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye damezrandin, di heman demê de partiyeke îslamî ye û zêdetirî 20 sal in li ser desthilatê ye.

Babekir got, "Me hewl da ku ji têkiliyên baş yên bi AKP'ê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê sûdê werbigirin. Di hevdîtinên xwe de her tim banga çareseriya pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û dîplomasiyê kir."

"Ji aliyekî ve pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Iraqê de hatine behs kirin û ji aliyê din ve jî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatine gotûbêjkirin. Pirsgirêk diyar in. Divê welatî zirarê nebînin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî wiha got: " Belê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya herî baş dîplomasî û siyasî ye."

Ji bilî êrîşên berdewam yên firokeyên bê firokevan yên Tirkiyê li ser navçeyên curbicur yên Herêma Kurdistanê, Tirkiyê ji meha Nîsana îsal ve geştên xwe yên firokexaneya Silêmaniyê rawestandin e.

Kargêrî Encumena Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Babekir ragihand ku wan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re li ser mijara bombebarankirin û girtina firokexaneyê gotûbêj kirine.

Selahedîn Babekir got, Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî tekezî li ser wê yekê kir ku “divê pirsgirêk bi diyalogê" bên çareserkirin.

XS
SM
MD
LG